Lewand Mîrko: Destûra bêyî vîna gelê Sûriyeyê nayê pejirandin

Endamê Akademiya Aştiyê ya Cîhanî Lewend Mîrko diyar kir ku destûra ku di bin siya dagirkeriyê de, tê wateya serweriya dagirkeran li ser gelên Sûriyeyê. Divê gelên Sûriyeyê destûra xwe bi xwe deynin.

Lewand Mîrko: Destûra bêyî vîna gelê Sûriyeyê nayê pejirandin
8 tîrmeh, 2018   08:04

MIHEMED EBDO/HELEB

Girêdayî helwestên der barê xebatên danîna destûrekî ji Sûriyeyê re endamê Akademiya Aştiyê ya Cîhanî helbestvan û rewşenbûr Lewend Mîrko ji ajansa me ANHA'yê re axivî.

Di çarçoveya hewldanên hin aliyan ji bo danîna destûreke nû ji Sûriyeyê re ku mafên hemû aliyên Sûriyeyê vehewîne, Mîrko gumanên xwe anîn ziman û destnîşan kir ku her destûrek di vê demê de û bi hebûna dagirkeriyê ve dê bibe sepandin û serweriya dagirkeriyê.

Mîrko di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Em behsa dagirkeriya dewleta tirk ji herêmên Sûriyeyê re û binpêkirinên wê ji mafên gelê Sûriyeyê re dikin. Ew jî dixwaze bi rêya nîqaşkirina destûra Sûriyeyê hebûna xwe ferz bike, lê vîna gelê Sûriyeyê di vir de li ku de rê ma?"

Mîrko wiha li axaftina xwe zêde kir: "Her destûrek bi rêya perlemana ku nûnertiya gelên herêmê dikin tê nîqaşkirin, li şûna wê ne yasayî ye. tevî vê jî divê hemû alî aloziya Sûriyê çareser bikin û destwerdanên derve di karûbarên Sûriyeyê de rawestînin û divê gelên Sûriyê destûra xwe bi xwe dînin".

Hêjayî gotinê ye ku navenda Akademiya Aştiyê ya Cîhanî li Filistînê li bajarê El-Celîl e û di bin dirûşma belavkirina aştiyê û bidawîkirina şer de li giştî cîhanê dixebite.

(şx/ew)

ANHA