Pêşbirka hespên erebî dest pê kir 

Li Reqayê pêşbirka hespan hate lidarxistin. 13 hespên erebî tev li pêşbirkê bûn û pêşbirk ji hêla şêniyan ve bi kelecan hate şopandin.

Pêşbirka hespên erebî dest pê kir 
Pêşbirka hespên erebî dest pê kir 
Pêşbirka hespên erebî dest pê kir 
8 tîrmeh, 2018   08:37

HEMDÎ EL-ELÎ / REQA

Ciwanên Reqayê li bajarê xwe her sal pêşbirkên hespan li dar dixin. Îsal jî pêşbirk hate lidarxisti û 13 hespên erebî tev lê bûn. Pêşbirk li ser rêya ax ya gundê El-Fitêh li rojavayê herêma Reqayê pêk hat.

Navên kesên beşdar û hespên wan li gorî reseniya xwe wiha ne:

1-      Hespê Xetab El-iz; bi reseniya xwe ji Seglawî ye û xwediyê wî Hesen Hecî Omer e.

2-      Hespê Rehef; bi reseniya xwe ji kihêliya ya Hefîfe û xwediyê wê Salih El-Xelef e.

3-      Hespê Firat El-iz; bi reseniya xwe ji Hemdanî Semrî ye û xwediyê wî Mihemed Zahir e.

4-      Hespê Diwêş; bi reseniya xwe ji Kihêlan Decanî ye û xwediyê wî Mihemed Zahir e.

5-      Hespê Berzin; bi reseniya xwe ji Hemdanî Îbin Xerab e û xwediyê wî Mihemed Zahir e.

6-      Hespê Bîhis; bi reseniya xwe ji Êban Sihêlî ye û xwediyê wî Ehmed Zahir e.

7-      Hespê Şet Ereb; bi reseniya xwe ji Seglawî ye û xwediyê wî Malik Cemal Zahir e.

8-      Hespê Riyam El-Iz; bi reseniya xwe ji Wetenî ye û xwediyê wî  Xelef Hec Omer e.

9-      Hespê Erkan El-Îbar; bi reseniya xwe ji kihêla Acûz e û xwediyê wî Minhil  El-Ebar e.

10-   Hespê Widyan; bi reseniya xwe ji kihêla xelawî ye û xwediyê wî Minhil El-Ebar e.

11-   Hespê Reyan El-Ebar; bi reseniya xwe ya ji Hemdan Ibin Xerab e û xwediyê wê Hatim El-Ebar e .

12-   Hespê Azar El-Hadî; bi reseniya xwe ji Sebîlya ye û xwediyê wê Mihemed Fêsel El-Hadî ye.

13-   Hespê Ezûf El-Ebar; bi reseniya xwe ji Hemdaniyan e û xwediyê wê Minhil El-Ebar e.

Pêşbirk bû du beş; beşa yekemîn ji mehînên kêmî 3 saliyê û beşa duyemîn ji hespên temenmezin pêk tê (ji 5 saliyê zêde).

Pêşbirkê derdora 2 km dirêj kir paşpê li ser asta mehînên biçûk di asta yekemîn de mehîna Xetab El-Iz cih girt, li ser asta duyemîn jî mihîna Berzin cih girt. Di asta duyemîn a hespên temenmezin de, li ser asta yekemîn hespê Diwêş derket û li ser asta duyemîn jî hespê Reyan El-Ebar derket.  

Tê zanîn ku ev hesp ên demên kevnar in û her wiha bi dûvên xwe yên bilind, serên xwe yên mezin bi hêsanî tên naskirin. Reseniya van hespan vedigere beriya  4 hezar û 500 salan.  

(cu/ew)

 ANHA