Filîstiniyekî jiyana xwe ji desta û 24 birîndar bûn

Li ser sînorê Xezayê di navbera  welatiyên Filistînê û hêzên Israîlê şer derket û di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji desta da û 24 ciwan jî birîndar bûn.

Filîstiniyekî jiyana xwe ji desta û 24 birîndar bûn
6 tîrmeh, 2018   18:05

XEZA

Nûçegîhanê me agahî da ku welatiyê bi navê Mihemed Ebû Helîme (22) yê ji parêzgeha Xeza Beyît Lahiya ku tevlî çalakiyên meşa vegere bibû di encama gulebarana hêzên Israîlê de jiyana xwe ji dest da. Hejmara kesên di meşa vegere jiyana xwe ji dest dan gihîşte 136 kesî.

Her wiha nûçegîhanê me agahî da ku 24 welatiyên Filistînî jî di meşa vegere de ji lingê xwe birîndar bûne.

(np)

ANHA