Zarokek Efrînî ji ber guleya çeteyan şehîd bû

Li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê di encama avêtina guleyan bê serûber ji aliyê çeteyan ve, zarokê bi navê Şiyar Bekir şehîd bû.

Zarokek Efrînî ji ber guleya çeteyan şehîd bû
6 tîrmeh, 2018   19:37

EFRÎN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji herêma Cindirêsê dane ajansa me, di pîrozbahiya daweta çeteyekî de gule bê serûber hatin avêtin. Guleyên çeteyan zarokê bi navê Şiyar Bekir ê 15 salî şehîd xist.

Çavkaniyê diyar kir ku cenazeyê Şiyar Bekir li goristana gundê wî Qurbe yê herêma Cindirêsê hate definkirin.

(bb)

ANHA