Rêxistina Mafê Mirovan a Cizîrê teqîna Minbicê şermezar kir

Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê êrîşa navçeya El-Heye ya Minbicê şermezar kir û got ku Dewleta Tirk û terorist çerçoveyê de ne.

Rêxistina Mafê Mirovan a Cizîrê teqîna Minbicê şermezar kir
6 tîrmeh, 2018   13:01

KOBANÊ

Li navçeya El-Heye ya Minbicê mayînek di nava welatiyên ku li dijî dagirkeriya Tirk û gefên wê yên li ser Minbicê derketibûn, teqiya. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes birîndar bûn.

Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê derbarê bûyerê de li Kobanê daxuyanî da. Daxuyanî bi beşdarbûna Hevserokên Rêxistina Mafê Mirovan Evîn Cimo û Xalib Derwîş ve ji aliyê parêzer Mihemed Emîn ve li ber otêla Kobanê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku roja pêncşemê (5-7-2018) saet di deh û nîvan de dema şêniyên Minbica Bakurê Sûriyê meşa aştiyane ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk lidar dixistin, mayînek ku berê hatibû bi cihkirin, teqiya. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 33 sivîl birîndar bûne, rewşa hinek birîndaran jî giran e.

Ev bûyer careke din nîşan dide ku dagirkeriya Tirk û terorîst di heman çarçoveyê de ne. Ev ji tu kesî re êdî nayê veşartin.  Ji bo vê rastiyê pêwîstî êdî bi nîqaşên bi tu aliyan re nîne. Herdû di heman demê de li ser ewlekarî û aştiya navdewletî xeterî ne. Her dem belgeyên Neteweyên Yekbûyî binpê dikin. BI taybet madeyên /1/ û /2/ de, her wiha madeyên /3/ û /30/ ên Mîsaqa navdewletî  ya Mafê mirovan binpê dikin. Êrîşên wan di çarçoveya dagirkerî û karê terorist de pêk tê.

Em di Rêxistina Mafê Mirovan a kantona Cizîrê de karê teroristane ku derheqê şêniyên me yên sivîl ên aştîxwaz pêk hat şermezar dikin, her wiha em bang li rêxistina NY  û hemû rêxistinê navdewletî yên têkildar dikin ku erka xwe ya ji bo parastina tecrubeya demokratîki û mafê mirovan pêk bînin.

Di heman dema em bang li hemû aliyan dikin, ku bi baldarî li jiyana sivîlan di rewşa dijminahiya yekser û şerê heyî de, binerin."

ANHA