Hêzên Yemenê derbasî navenda mûdîriyeta El-Tehîta bûn

Hêzên Yemenê yên ku alîkariya xwe ji Koalîsyona Erebî digrin derbasî navenda mûdîriyeta El-Tehîta ya parêzgeha El-Hudeyda ya berava rojava, bûn. Bi vê yekê ewlehiya rêya beravê ya ku Koalîsyon pêwîstiyên xwe jê digrin, peyda dibe.

Hêzên Yemenê derbasî navenda mûdîriyeta El-Tehîta bûn
6 tîrmeh, 2018   13:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Koalîsyonê roja pênşemê êrîşî mûdîriyeta El-Tehîta ya ku di bin serweriya hêzên Hosî de bû, kirin. Li gorî Skynews diyar kir ku artêşa Yemenê dest bi paqijkirina navenda mûdîriyetê kir û ber bi rêveberiya wê û navenda polîsên bajar ve diçin.

Di encama şer û pevçûnên ku di navenda mûdîriyeta El-Tehîta çêbû bi dehan ji hêzên Hosî hatin kuştin.

Girîngiya dagirkirina El-Tehîta ji ber ku dikare xeta beravê damarê sereke ji hêzên Yemenê û Koalîsyona Erebî ku pêwîstiyên xwe di rêya wê re digrin, tê.

Li gorî çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku ewlehiya rêya beravê pêwîste da ku alîkariyên mirovî derbasî mûdîriyetên El-Hûdeyda bibin.

(bx)