Bombebarana li ser Deraayê hate rawestandin

Dema ku lihevkirinên nû di navbera Rûsya û komên çekdar de dest pê kir, êrîş û topbrana li ser herêmên Deraayê hatin rawestandin.

Bombebarana li ser Deraayê hate rawestandin
6 tîrmeh, 2018   12:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Li parêzgeha Deraayê duh di saetên dereng de bêdengiyek hebû. Car caran jî topbaran ji aliyê hêzên rêjîmê ve li ser bajarokê El-Neîma yê dikeve aliyê rojhilatê gundewarên Deraayê dihat kirin.

Balafirên şer jî ne li ser asîmanê parêzgehê bûn. Lê di saetên sibê de carake din derketin asîmanê herêmê.

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di dema ku lihevkirinên nû di navbera Rûsya û nûnerên parêzgeha Deraayê de dest pê kir da ku çarenûsa parêzgehê û başûrê Sûriyê diyar bikin, topbaran jî hate sekinandin.

Navendê diyar kir ku di dema ku hêzên rêjîmê û çekdarên ku destekê didin wê li ser sînorê Sûriye-Urdinê pêşde diçin, topbaran hate sekinandin. Bi vê yekê hêzên rêjîmê ber bi korîdora li ser sînorê Urdinê ve pêşde diçin û di navbera wan de tenê 3 km mane.

Girêdayî mijarê çavkaniyan ji korîdora li ser sînorê Urdinê û Sûriyeyê re diyar kir ku wan panzêr û alavên leşkerî ku ala Rûsyayê rakiribûn ku ber bi korîdorê ve diçûn, dîtin. Çavkaniyan her wiha got ku wan karwanek li ser rêya leşkerî ku ber bi korîdora di bin dagirkeriya komên çekdar de diçû, dît.

Ji destpêka ku hêzên rêjîmê di 19`ê Hezîranê de operasyonên leşkerî li başûrê Sûriyeyê dest pê kirine û bi vir ve, di encama topbarana li ser herêmê 159 sivîlan, di nav de zarok û 33 jinan jî hene, jiyana xwe ji dest daye.

(bx/ew)