Li Taylandê keştiyek noq bû: 30 mirî

Li peravên girava Phuket a Taylandê di encama noqbûna keştiyekê de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Taylandê keştiyek noq bû: 30 mirî
6 tîrmeh, 2018   11:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî navenda alîkariya destpêkê ya herêma Phuketê heta niha cenazeyên 21 kesan ji nava avê hatine derxistin. Rayedaran ragihand ku heta niha cenazeyên 10 kesan di nava keştiyê de dîtine.

Li hundirê keştiya bi navê Phoneix 105 kes hebûn ku piraniya wan turîstên ji Çînê bûn.

Şevê din di encama xebatên rizgarkirinê de 48 kes hatin rizgarkirin. 11 kes birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran e.

Kaptanê keştiyê ji kanaleke televîzyonê re axivî û diyar kir ku pêleke 5 metreyan bilind li gemiyê ketiye. Kaptan destnîşan kir ku keştî bi 40 metreyan noqî binê avê bûye.