'Divê hikumeta Iraqê biryara vekişîna artêşa tirk bide'

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyê Abdulkerîm Siko diyar kir ku dewleta Iraqê der barê êrîşên artêşa tirk ên li ser başûrê Kurdistanê de helwesteke cidî nîşan nedaye û wiha got: "Divê dewleta Iraqê di zûtirîn demê de biryara derketina Tirkiyeyê ji xaka Iraqê bide."

'Divê hikumeta Iraqê biryara vekişîna artêşa tirk bide'
6 tîrmeh, 2018   05:53

MÛRADA KENDA - HÊVÎDAR HERANÎ / QAMIŞLO

Êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser xaka başûrê Kurdistanê dewam dikin. Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyê (PDK-S) Dr. Abdulkerîm Siko der barê êrîşan de ji ajansa me re axivî û da zanîn ku yek ji armanca êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a li dijî destkeftiyên gelê kurd, vejandina dema osmaniyan e û ev tişt anî ziman: “Erdogan dibêje ku li Amerîkayê jî kurd hebin, ez ê şerê wan bikim. Ev dijminahiya dewleta tirk bingeha xwe ji dewleta Osmanî digire. Ev hezar sal e şerê gelê kurd dikin.  Dewleta tirk a dagirker li dijî berxwedana gelê kurd tu serkeftin bi dest nexistine.”  

Siko di berdewama axaftina xwe de jî got ku Erdogan li Efrînê tu carî bi ser neket û wiha dom kir: "Bi dagirkerî û guhertina demografyayê dixwaze bi ser bikeve, lê bila berxwedana hate meşandin ji bîr neke. Gelê Efrînê 58 rojan li dijî tank û topan li ber xwe da û bersiva hemû cureyên êrîşan da. Îro jî ew Berxwedana Serdemê li Şehbayê dewam dike. Dagirker çawa di êrîşên li Rojava de şikestin, dê di êrîşên xwe yên li ser Qendîl û herêmên din ên başûrê Kurdistan de jî bişikên.”

‘Planên dewleta tirk ji bo tunekirina gelê kurd in'

Siko di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku divê helwesta li dijî êrîşên li ser Başûr diyar bin û wiha pê de çû: “Başûr parçeyek ji Kurdistanê ye. Erdogan di çarçoveya êrîşên xwe de bi gelek dewletên navneteweyî re hevpeymanan pêk tîne. Erdogan li hundir bi MHP'ê re li dijî gelê kurd îtîfaq kiriye û li derve jî bi Amerîka û Rûsyayê re hevpeymanan çêdike. Ev hevpeyman li ser esasê tunekirina gelê kurd pêk tê. Dewletên navneteweyî jî li gorî berjewendiyên xwe çavên xwe ji êrîşên ku li dijî gelê kurd pêk tên re digirin. Şer ne li wan welatan pêk tê, ne zarokên wan têne kuştin, şer li Kurdistanê ye û gelê kurd dibe qurbanî, ev îtîfaqên wan gotina ku dibêje dostê kurdan nîn e, îspat dike. Hin kurdên bi Erdogan re di nava îtîfaqan de ne û li gorî wî tev digerin, ji kurdewariyê dûr in."

'Erdogan ditirse'

Siko destnîşan kir ku Erdogan êdî ji rewşê ditirse û wiha got: "Erdogan di rewşeke tirsnak de ye, lewma êrîşên xwe zêde kirine. Erdogan bi van êrîşên xwe yên li ser gelê kurd diyar kiriye ku ew mirovakî nexweş e û ji têkoşîna gelê kurd ditirse."

‘Daxuyaniyên dewleta Iraqê bê bandor in'

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê Abdulkerîm Siko di berdewama axaftina xwe de jî bal kişand ser helwesta dewleta Iraqê ku heta niha helwestek berbiçav nîşan nedaye û ev tişt anî ziman: “Hikumeta Iraqê der barê êrîşên dewleta tirk ên li ser axa başûrê Kurdistan de tu helwesteke berbiçav nîşan nedaye. Dewleta Iraqê daxuyanî li dijî êrîşên Erdogan dan, lê tu bandora wan daxuyaniyan nîn e. Di çarçoveya daxuyaniyan de tu gavên cidî nehatine avêtin. Heya niha tu biryarên bibandor di parlamentoya Iraqê de nehatine dayîn. Dewleta tirk bi leşkerên xwe ji sînor derbas dibe, lewma divê hikumeta Iraqê parastina sînorê xwe bike. Nehêlin dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe li ser axa başûrê Kurdistanê pêk bîne. Divê hikumeta Iraqê di zûtirîn demê de biryarê bide ku artêşa tirk a dagirker ji xaka Başûr vekişe.”

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyê Abdulkerîm Siko di dawiya axaftina xwe de jî gotina "Ger em nebin yek em ê biçin yek bi yek" bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Lewma pêwîst e gelê kurd yekitiya xwe saz bike û li dijî dagirkeriya tirk hêza xwe bike yek."

ANHA