Balafirên şer herêma Biradost bombe dikin

Balafirên şer ên dewleta Tirk dagirker herêma Biradost bombe dikin. Ji ber bombebaranê şewat derket.

Balafirên şer herêma Biradost bombe dikin
5 tîrmeh, 2018   15:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên dewleta Tirk herêma Helkêla ya Çiyayê Dêl a Sîdekan ya ser bi Hewlêrê, di wan kêliyan de bombebaran dikin.

Li gorî agahiyên ji welatiyên herêmê hatine girtin, ji ber bombebaranê şewat derketiye.

Her wiha welatiyên herêmê diyar kirin ku ji ber bombebaranê nikarin agir vemirînin.