Şêniyên Qamişlo pirsgirêkên civakî nîqaş kirin

Meclisa Taxa  Xerbî ya bajarê Qamişlo ji bo guftogoyên li ser pirsgirêkên civakî civînek li dar xist.

Şêniyên Qamişlo pirsgirêkên civakî nîqaş kirin
Şêniyên Qamişlo pirsgirêkên civakî nîqaş kirin
Şêniyên Qamişlo pirsgirêkên civakî nîqaş kirin
5 tîrmeh, 2018   14:08

QAMİŞLO

Meclisa Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi armanca ku pirsgirêkên civakî guftûgo bikin, bi gel re civiyan.

Civîn li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêx bi tevlîbûna bi sedan edamên saziyên, Av, Elketrîk, Şaredariya Xerbî û Tirafîk hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanên şehîdan, Hevserokê Kantona Qamişlo Hesen Mihemed armanca lidarxistina civînê diyar kir û anî ziman ku ew ê hewl bidin di vê civînê de pirsgirêkên civakî ji welatiyan guhdar bikin, da ku bi hev re çareseriyê peyda bikin.

Hesen Mihemed, bal kişand ku di demên dawî de derbarê rakirina wêneyên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser riyan gelek îdîayên ne di cih de û ji rastiyê dûr, belav bûne û wiha domand, "Hin îdîa belav bûne, dibêjin ku di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê de îtîfaq çêbûne, ji wan wêneyên şehînan û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin rakirin, îdîayên bi vê rengê ti rastiya wê tuneye, tu alaqeya xwe bi siyasetê ve nîne. Rakirina al, sembolên û wêneyan karê şaredariyan e, arman jê ew e ku wêneyên şehîdan li ber tavikê û tozê neşewetin. Her kes dizane ku şehîdên me nirxên me ne, ji ber wê pêwîste li cihên gunaw werin danîn."

Hesen Mihemed, bang li welatiyan kir ku li pey îdîayên vala nekevin.

Şêniyên ji taxa Qenat Siwês a bajarê Qamişlo, pirsgirêka kêmbûna avê li taxê parve kirin û gotin ku kêmbûna avê bandoreke neyinî di gelek aliyan de çêdike û daxwaz ji meclisê kirin ku di zûtirîn demê de pirsgirêkê çareser bikin.

Meclisê, hemû pirsgirêkên gel nivîsandin û soz dan ku ew di demeke nêzîk de li ser pirsgirêkan bisekinin.

(hh)

ANHA