Zanîngeha Rojava salvegera xwe ya duyemîn pîroz kir

Salvegera duyemîn a vekirina Zanîngeha Rojava bi şahiyekê hate pîrozkirin. Şahî bi beşdarbûna bi sedan kesî hate lidarxistin.

Zanîngeha Rojava salvegera xwe ya duyemîn pîroz kir
Zanîngeha Rojava salvegera xwe ya duyemîn pîroz kir
Zanîngeha Rojava salvegera xwe ya duyemîn pîroz kir
Zanîngeha Rojava salvegera xwe ya duyemîn pîroz kir
Zanîngeha Rojava salvegera xwe ya duyemîn pîroz kir
5 tîrmeh, 2018   13:10

QAMIŞLO

Zanîngeha Rojava di 5'ê Tîrmeha sala 2016'an de li bajarê Qamişlo hate vekirin. Rêveberiya zanîngehê bi boneya 2'yemîn salvegera vebûna zanîngehê şahiyek li dar xist. Bi sedan xwendekar û mamoste beşdarî şahiyê bûn.

Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê axaftina vekirinê hate kirin û salvegera vekirina zanîngehê li hemû xwendekar û gelê Bakurê Sûriyeyê hate pîrozkirin.

Di berdewama şahiyê de mamosteyê zanîngehê yê wêjeya kurdî Salih Heydo axivî û got ku vekirina zanîngehê bi saya keda şehîdan pêk hatiye. Heydo her wiha 2 helbestên bi zimanî kurdî pêşkêş kirin. Paşê endamên Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo stranên xwe pêşkêş kirin. Şahî bi govend û stranan bi dawî bû.

Xwendekarê bi navê Mihemed Ehmed piştî şahiyê ji ajansa me re axivî û hestên xwe bi gotina "Em dizanîn ku Zanîngeha Rojava hêviyên xwendekarên Bakurê Sûriyeyê pêk tîne. Êdî hejmara me xwendekaran sal bi sal zêdetir dibe." anîn ziman.

(hh/ew)

ANHA