Rêveberiya Sivîl a Minbicê: Teqîna li El-heye îradeya me naşkîne

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê teqîna di nava xwepêşdarên de pêk hatî şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Kiryara suc îradeya me naşkîne û helwesta me ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê naguhere."

Rêveberiya Sivîl a Minbicê: Teqîna li El-heye îradeya me naşkîne
5 tîrmeh, 2018   14:34

MINBIC

Îro di saetên sibê de li nêzî Dibistana Navçeya El-Heye ya rojhilatê bajarê Minbicê, dema welatiyên tevlî meşa ku li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker dimeşiyan, mayînek teqiya. Di teqînê de sivîlek şehîd bû û hejmareke din jî birîndar bûn.

Girêdayî mijarê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê daxuyaniyeke nivîsîk da. Di daxuyaniya ku ji raya giştî muxateb kir de teqîn hate şermezar kirin û hate gotin, "Kiryara sûc îradeya me naşkîna û helwesta ma ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê naguhere."

Di daxuyaniya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê de her wiha hate gotin, "Em  li remî hemû kesên ku hewl didin tevlihviyê derxînin û armiya herêmê têk bibin jiyaneke azad ava dikin, ev kiriyarên yên newêrekan e ku welatiyên sivîl kirin hedef."

(bb)

ANHA