Li Kobanê Akademiya Civaka Demokratîk vebû

Li kantona Kobanê piştî xebatên du salan, îro Akademiya Civaka Demokratîk bi merasîmekê hate vekirin.  

Li Kobanê Akademiya Civaka Demokratîk vebû
Li Kobanê Akademiya Civaka Demokratîk vebû
Li Kobanê Akademiya Civaka Demokratîk vebû
Li Kobanê Akademiya Civaka Demokratîk vebû
5 tîrmeh, 2018   12:52

KOBANÊ

Di merasîma vekirina Akademiya Civaka Demokratîk de gelek nûnerên saziyên herêma Firatê amade bûn. Akademî bi navê Akademiya Şehîd Hogir hate vekirin.

Axaftina vekirinê ya akademiyê ji aliyê endamê Akademiya Civakên Demokartîk a herêma Firatê Mihemed Şahîn ve hate pêşkêşkirin. Şahîn da zanîn ku ev akademî ji bo pêşxistina şêniyên herêmê hatiye vekirin û wê hemû pêkhateyan di nav xwe de bihewîne.

Ji aliyekî din ve jî serokê Meclisa Rêveber Enwer Muslim axivî û wiha got: "Vekirina vê akademiyê gaveke pir mezin e, ji ber ku dê di vê navendê de rêbazên jiyana azad werin dayîn."

Hêjayî gotinê ye ku ev akademî ji beriya du salan ve cihê perwerdeya hemû pêkhateyan bû û hemû endamên saziyan tê de perwerde didît.

(cu/ew)

ANHA