‘Teqîna li Minbicê têkçûna êrîşkaran nîşan dide’

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Enwer Muslim da zanîn ku teqîna li Minbicê nîşana têkçûna êrîşkaran e.

‘Teqîna li Minbicê têkçûna êrîşkaran nîşan dide’
5 tîrmeh, 2018   13:07

KOBANÊ

Îro dema ku gelê herêma Minbicê bi çalakiyekê li hemberî dagirkeriya dewleta tirk derket kolanan, rastî êrîşeke çeteyan hat û di encamê de sivîlek şehîd bû û 22 kes birîndar bûn.

Di vê derbarê de Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kobanê da zanîn ku teqîna li Minbicê rûda, ji aliyê kesên tirsonek ve hate kirin û ev yek nîşana îflasa wan e.

Hevserokê Meclisa Rêveber Enwer Muslim êrîşa ku sivîl armanc girtin, şermezar kir.

Muslim tekez kir ku teqîn ji bo şikênandina vîna gel hate kirin, her wiha kiryarên dewleta tirk a dagirker li Efrînê şermezar kirin.

Muslim di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku ew hetanî dawî bi gelê herêma Mnibicê re ne.

(cu/ew)

ANHA