Ji jinên taxa Rimêla ya Reqayê daxwaza kursan    

Jinên taxa Rimêla ya bajarê Reqayê ji Meclisa Jinên Sûriyeyê re pêşniyar kir ku kursên dirûtin û hînbûna xwendin û nivîsandinê ji wan re vekin.

Ji jinên taxa Rimêla ya Reqayê daxwaza kursan    
Ji jinên taxa Rimêla ya Reqayê daxwaza kursan    
Ji jinên taxa Rimêla ya Reqayê daxwaza kursan    
Ji jinên taxa Rimêla ya Reqayê daxwaza kursan    
5 tîrmeh, 2018   12:14

REQA

Mala Jinan a girêdayî Meclisa Sûriyeya Demokrat li taxa Rimêla civînek ji bo pêşniyarên jinên taxê li dar xist. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê endama Meclisa Jinên Sûriyeyê Zelîxa Ebdî axivî û wiha got: "Jin ji destpêka şoreşê ve di nav kirê de derbas dibin û bi taybet jinên bajarê Reqayê ji ber ku rastî destdirêjî, revandin û gelek rewşên xirab hatin. Lê piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê feraseta neteweya demokratîk li herêmê tê meşandin û mafên jin û zilaman wekî hev dibe. 

Jinan da zanîn ku eger kursên dirûtin û fêrkirina xwendin û nivîsandinê li taxê werin vekirin dê gelek pirsgirêkên wan çareser bibin.

(cu/ew)

ANHA