TEV-DEM: Tu gavên cidî yên  rêjîma Sûriyê nîn in, em bi danûstendinan re ne

Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM'ê Kemal Akif diyar kir ku tu danûstendinên cidî di navbera wan û rêjîama SÛriyê de nîne û wiha got: "Divê destûra Sûriyê ji aliyê nûnerên hemû gelê Sûriyê ve were amadekirin."

TEV-DEM: Tu gavên cidî yên  rêjîma Sûriyê nîn in, em bi danûstendinan re ne
5 tîrmeh, 2018   11:11

QAMIŞLO

Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM'ê Kemal Akif derbarê geşedanên dawî civîna çapemeniyê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo lidar xist. Hejmarek rojnamavan beşdarî civîna çapemeniyê bibûn.

Di civîna çapemeniyê de daxuyaniya TEV-DEM'ê bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM'ê Kemal Akif ve hate xwendin.

Daxuyanî wihaye:

"Dewleta Tirk a dagirker kiryar û binpêkirinên xwe didomîne. Hemû qanûnên navdewletî binpê dike. Rojane bûyerên revandin, kuştin û êşkenceyan di riya çeteyên xwe yên terorist re pêk tîne. Civaka navdewletî ji hemû bûyeran re bê deng e. Erka civaka navdewletî ye ku derbarê rewşa Efrîn û bûyerên diqewim in berpirsyariyên xwe pêk bînin, bi taybet jî derbarê guhertina demografî û êrîşa ku gelê me di kampan de jiyan dikin. Lewma em dibînin ku vegera gelê me yê Efrînê ji herêm û gundê xwe re pêwîstiyek e. Divê hemû hêzên navdewletî vegera wan a bi ewle misoger bikin. Di vê yekê de em ji Neteweyên yekbûyî hêvî dikin ku alîkariyên pêwîst bidin kampên katona Şehbayê ku gelê me yên Efrînê li wan bi cih bûne. Niha zêdeyî 150 hezar welatiyên Efrînê di rewşeke zor û zehmet a jiyanê de dimîn in. Rewşa wan di aliyê xizmetguzarî, tenduristî û mirovî de jî gelekî zehmet e. Derfetên heyî têra pêwîstiyên wan nake.

Divê dewleta Tirk ji Efrînê derkeve, pêwîste cîhan hemû bizane ku hebûna dewleta Tirk li Sûriyê li ser hemû herêmê û gelê me xweteriyê çêdike. Gelê me hîn jî li ber xwe didin, em di wê baweriyê de ne ku berxwedna gelê me çi di berxwedana di kampan de û çi bi ne qebûlkirina hebûnba dagirkeriya Tirk de, helwesteke hêjaye. Em di wê baweriyê de ne ku dê Efrîn rizgar bibe û dê gelê me bi rumet vegerin warê xwe.

Danûstendinên bi rêjîmê re:

Gelek aliyan ev mijar girtin dest. Em tekez dikin ku heta niha tu gavên cidî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve nîne. Em bi çareseriya ku li ser esasê danûstendinan pêk tê re ne. Gelê me tu zirar bi vê nerînê re nekirin, berûvajî wê ji destpêkê ve isbat kiriye ku danûstendin riya çareseriyê ye û veguhertina ber bi demokrasiyê û pirengiyê ye. Gelê me li Bakurê Sûriyê gelek qurbaniyên mezin ji bo parastina xaka Sûriyê û yekbûna civak û xaknîgariya wê dan. Me gelek zehmetî ji teroristan dît û em li dijî wan derketin. Di nerîna me de dema hatiye ku aloziya Sûriyê were çareserkirin. Divê Sûriya demokratîk were avakirin, her wiha divê gavên cidî werin avêtin. Em ji danûstendinan re amade ne. lê heta niha tu danûstendin nîn in, me tu gavên cidî di vê çarçoveyê de ne dîtiye.

Destûra Sûriyê

Em girîngiyê didin destûra ku pêwîste ji bo demokrasiyê ji aliyê hemû gelê Sûriyê ve were amadekirin. Divê destûr demokratîk be û hemû pêkhateyên Bakuêr Sûriyê tê de hebin. Beşdarbûna Bakurê SÛriyê di amadekariya destûrê de mafekî rewaye. Wekî çawa gelê me erka xwe ya niştimanî di tekoşîna li dijî teroristan pêk anî, divê rola me di amadekekirina destûrê de jî hebe. Bi dûrxistina hêzên Bakurê Sûriyê ne mumkine destûrek temam pêk were û ne mumkine pêdiviyên gelê Sûriyê pêk bîne.

Başûrê Sûriyê:

Ji bo tiştê li başûrê Sûriyê pêk tê, ew herêmên her dem cihê 'kêmkirina şer' bûn, her wiha rêbazek bû ku rêjîma Sûriyê hebûna xwe li herêmê zêde bike, tiştê li Derayê jî pêk tê wihaye. Di nerîna me de zihniyeta leşkerî ne mumkine çareseriyê pêk bîne, em piştgiriya xwe ya bi sedhezaran sivîlên li Derayê yên di bi îdaya şerê li dijî terorê di nava pencên rêjîmê û çekdaran de mene.

Em tiştê li wir pêk tê û bi taybet koçberiya gel û gera wan li warên bi ewle bi fikar dişopîn in. Em tekez dikin ku rêbazên leşkerî dê çareseriyê bi xwe re neyîne, salên derbasbûyî vê nerîna me isbat dike. Ne mumkine aloziya heyî bi rêbazên leşkerî werin çareserkirin."

ANHA