Ji YPG’ê li dijî artêşa tirk çalakiyên bibandor

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê li ser malpera xwe ya fermî der barê çalakiyên li Efrînê hatine kirin de daxuyaniyek da.

Ji YPG’ê li dijî artêşa tirk çalakiyên bibandor
5 tîrmeh, 2018   11:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî hate weşandin wihaye:

" Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me di rojên dawî yên meha Pûşper û di destpêka meha Tîrmehê de rêzeçalakiyên bi bandor li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê pêk anîn.

 Di vê çarçoveyê de;

1-Di dîroka 30’ê Pûşperê de hêzên me Ii ser rêya di navbera Efrîn û Mabeta de çalakiyeke kemîn li hember çeteyên koma Feylaq Şam lidar xistin. Piştî pevçûneke demdirêj, di çalakiyê de leşkerek Tirk hate kuştin û hejmarek çete brîndar bûn.

2-Di dîroka 1’ê Tîrmehê de hêzên me çalakiyek li hember baregeheke çeteyên Feylaq Şam ya li herêma navbera gundên Meryemîn û Malikiyê yên girêdayî navçeya Şera lidar xistin. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 3 çete bi giranî brîndar bûn.

3-Di dîroka 2’ê Tîrmehê de hêzên me çalakiyeke sabotaj li hember leşkerên artêşa Tirk a dagirker ku li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê digeriyan lidar xistin. Di encamê de 3 leşker hatin kuştin, 2 leşker brîndar bûn.

4-Di dîroka 2’ê Tîrmehê de hêzên me li ser rêya di navbera Efrîn û Raco de li hember çeteyek girêdayî koma bi navê Firqet Hemze çalakiyek sûîqastê lidar xistin û çete hat kuştin.

5-Di dîroka 3’ê Tîrmehê, piştî şopandineke demdirêj, hêzên me li hember baregeheke çeteyên Ehrar Şerqiye çalakiyek lidar xistin. Hejmara kuştî û brîndarên di encama vê çalakiyê de nehate zelal kirin.

Bi çalakiyên ku hatin lidarxistin re hejmara kuştî û brîndarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka êrîşên dagirkirina Efrînê heya niha gihîşt 2502’an."

ANHA