Koçberên Dêrazorê: Em bi hêvî ne QSD'ê herêmên me jî rizgar bike

"QSD'ê riya xelasî û rizgarkirina bajarê me ye. Em dixwazin QSD'ê tevahiya Sûriyê ji talankirinê rizgar bike". Bi van gotinan koçberên herêma El-Bûkemal a Dêrazorê yên ku li kampên Bakurê Sûriyê ji QSD'ê xwestin ku herêmên wan rizgar bikin.

Koçberên Dêrazorê: Em bi hêvî ne QSD'ê herêmên me jî rizgar bike
5 tîrmeh, 2018   07:51

SEMÎRA DAWOD / GIRÊ SPÎ

Beriya 5 salan DAIŞ'ê bajarê El-Bûkemal ê girêdayî Dêrazorê dagir kiribû. Ji destpêka vê salê ve bajar ket bin serweriya hêzên Rêjîmê. Ji ber şerê di navbera hêzên Rêjîmê û DAIŞ'ê li bajêr rû dane de, şênî hatin koçberkirin û xwe li herêmên Bakurê Sûriyê yên di bin parsatina QSD'ê de girtin. Hejmareke mezin jî li gundewarên rojhilat û başûrê Hesekê û gundewarên bakurê Reqayê wekî kampên ( El-Keramê, Eyn Îsa, El-Hol û kampên bêrêkûpêk ) bi cih bûn.

Koçberên ji El-Bûkemalê yên li kampa Eyn Îsayê behsa astengî û zehmetiyên ku di dema DAIŞ'ê û derketine de her wiha di dema şerê hêzên Rêjîmê û DAIŞ'ê de dikşandin kirin.

Hisên Elî wiha behsa serpêhatiya xwe dike, "Di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de, bajêr bibû mîna zindanekê.  Çeteyan mal û milkên me talan dikirin. Piştî pêveçûnên rêjîmê ber bi bajêr ve şer giranbû , balafirên şer ên hêzên Rêjîmê bajar bomebebaran dikirin, di encam de, beşek zêde koçber bûn û xwe li herêmên di bin serweriya QSD'ê girtin".

Li ser mijara rewşa koçberan li kampê Hisên diyar kir ku rêveberiya kampê beyî ku cudahî bixin navbera koçberan alîkarî û pêdiviyên pêwîst li wan belav dike.

Her wiha Hisên got ku QSD'ê misogeriya ewlehiya herêmê ne û bang li QSD'ê kir ku bajarê wan rizgar bike.

Ji aliyê xwe de Foze Yûsif got ku, li ser asta Sûriyê tenê herêmên Bakurê Sûriyê bi ewle ne û hêvî kir ku aramî li hemû herêmên Sûriyê pêk were.

Foze tekez kir ku sedema bingehî ku rê li ber vegera wan li herêmên wan re digire, kiryarên hêzên Rêjîmê ne û ev wiha bi lêv kir, "Rojane hêzên Rêjîmê  komkujiyan bi riya topbaranê li bajêr pêk tîne û ciwanan binçav dike û bi danê zorê wan dibe çeberên şer.

Koçbera bi navê Enûd El-Casim anî ziman ku ew kêfxweş e ku li herêmên di bin serweriya QSD'ê de dimîne û got, "Li bajarê El-Bûkemal  me gelek azar û êş ji hêzên serwer kişand, lê dema em koçberî kampê Eyn Îsa bûn, cara yekem em bi ewlehî û aramiyê hesiyan û rê li ber ji nûve tevlîbûna kar û berdewamkirina xwendinê ji me re vebû".

(şx)

ANHA