Koma Botan salvegera xwe ya 35 pîroz kir

Bi boneya salvegera 35'an a damezrandina Koma Botan li navenda Çand û Hûnerê ya Baqî Xido şahiyek hat li dar xistin.

Koma Botan salvegera xwe ya 35 pîroz kir
Koma Botan salvegera xwe ya 35 pîroz kir
Koma Botan salvegera xwe ya 35 pîroz kir
Koma Botan salvegera xwe ya 35 pîroz kir
5 tîrmeh, 2018   06:17

KOBANÊ

Koma Botan di sala 1983' an de bi tevlêbûna 6 endamên ji kantona Kobanê hate ava kirin. Ji wê demê ve û heta niha tevî şert û mercên zehmet gelek berhemên çandî afirand û bû bingeheke sereke ya parastina çanda herêmê pêk anî. Niha jî bi dehan endamên komê hene, diheman demê de gelek beşên wê yên taybet hatine vekirin. Di komê de gelek endam têne perwedekin û hin ji wan êdî bûne hunermendên naskirî di nava civakê de.

Endamên Koma Botan bi boneya salvegera xwe ya 35'an şahiyek lidar xistin. Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kobanê Enwer Mislim, hevserokên TEV-DEM'ê Eyşe Efendî û Ehmed Şêxo jî di navd de bi sedan welatiyên katnonê beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê TEV-DEM'ê Eyhan Kobanê axivî û 35'emîn salvegera Koma Botan pîroz dike û daxwez ji her kesî kir ku xwedî li çandê derkevin.

Paşê sînifizyonek li ser xebatên komê ku ji Arşîfê hatiye amadekirin, hate pêşandan.  Di şahiyê de endamên komê berhemên xwe yên çandî ji beşdaran re pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê endamên herî kevin ên Koma Botan xelat kir.

ANHA