'Pêkanîna biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê misogeriya rizgarkirina wê ye'

Welatiyên Efrînê diyar kirin ku ew berxwedan û têkoşîna xwe li dijî dagirkeriya artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê didomînin û dane zanîn ku ew ti carî dest ji Efrîna xwe bernadin û dê di demeke nêz de rizgar bikin. Welatiyan diyar kirin ku pêkanîna biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê bingeha rizgarkirina Efrînê ye.

'Pêkanîna biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê misogeriya rizgarkirina wê ye'
5 tîrmeh, 2018   05:35

ARIF SILÊMAN – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Girêdayî helwestên der barê Konferansa Rizgarkirina Efrînê de, welatiyên Efrînê yên li navçeya Fafînê ya girêdayî kantona Şehba bi cih bûne ji ajansa me ANHA'yê re axivîn.

Welatiyê bi navê Hesen Mistefa diyar kir ku weke gava destpêk ya ber bi rizgarkirina Efrînê ve ew xwe dispêrin biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê û wiha got: "Em weke welatiyên Efrînê yên li navçeya Fafînê ya kantona Şehba li gorî biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê tevdigerin. Em ê bêtir xwe birêxistin bikin û bê guman di encamê de Efrîn bi berxwedana me û israra me ya derxistina dagirkeriyê ji Efrînê dê were rizgarkirin."

Girêdayî heman mijarê welatiya bi navê Zeyneb Hec Osman destnîşan kir ku dê beşdarî nava xebatên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin (YPG/J) bibin û wiha anî ziman: "Me bi kêmderfetên xwe 58 rojan li dijî teknolojiya leşkerî ya dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çete li ber xwe dan. Berxwedana me ya niha li kantona Şehba dê rizgarkirina Efrînê encam bide. Ti hêz nikare îradeya gelan bişkîne. Li vir hevgirtina pêkhateyên Kurd û Ereb xurttir bûye û hevgirtina me misogeriya rizgarkirina Efrînê ye. Em bang li hemû welatiyên Efrînê dikin ku asta berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê bilindtir bikin".

Welatiyê bi navê Ehmed Silêman jî behsa dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê kir û wiha got: "Em weke welatiyên Efrînê dagirkeriya artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê li herêma Efrînê bi tundî şermezar dikin. Em ê li gorî biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê tevbigerin. Divê her kes beşdarî seferberiyê bibin û herêma xwe ji dagirkeran rizgar bikin. Ev erka her welatiyekî Efrînê ye. Welatiyên Efrînê ti carî dagirkeriyê qebûl nakin."

ANHA