Li Bexdayê teqîn: 1 kuştî 11 birîndar

Li Bexdayê 2 teqîn pêk hatin û kesekî jiyana xwe ji dest da, 11 kes jî birîndar bûn.

Li Bexdayê teqîn: 1 kuştî 11 birîndar
5 tîrmeh, 2018   06:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Li sûka Kûş a li navçeya Şûleyî ku a dikeve bakurê paytext Bexdayê ye, doh di saetên êvarî de du teqîn li pey hev pêk hatin.

Di encama herdû teqînan de kesek hate kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

Birîndar ji dermankirinê rakirin nexweşxaneyên li Bexda û navçeya Şûleyî.