Dîroka kirîna genim ji cotkaran diyar bû

Rêveberiya Kampaniyaya Pêşxisitna Çandiniya Civakî a Rojava- Bakurê Sûriyê dîroka rawestandina kirîna genim ji cotkaran re diyar kir.

Dîroka kirîna genim ji cotkaran diyar bû
4 tîrmeh, 2018   14:42

QAMIŞLO

Rêveberiya Kampanyaya Pêşxistina Çandiniya Civakî a Rojava – Bakurê Sûriyê derbarê rawestandina kirîna genim ji cotkran daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hemû li navendên kirîna genim dê roja pêncşemê 5'ê Tîrmeha 2018'an de di dawiya dewamê de kirîna genim were rawestandin. Li depoya Gebeka dê roja Şemî 7'ê Tîrmeha 2018'an û navendên herêma Dêrik (Dêrik, Birûc û Girziyarat) jî roja sêşemê 10'ê Tîrmeha 2018'an de dê kirîna genim bisekine.

Rêveberiya Kampanyaya Pêşxisitna Çandiniya Civakî a Rojava- Bakurê Sûriyê bang li cotkarên dixwazin genimên xwe bifroşin kir ku beriya navend werin girtin genimên berî xwe bidin navendan.

ANHA