Yekemîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hindirîn hate lidarxistin

Konferansa Yekemîn a Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Bakurê Sûriyê bi dirûşmeya "Bi hêza we  re ve ber bi pêşerojeke bi ewle ve" li stada Firat a bajarê Reqayê hate lidarxisitn.

Yekemîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hindirîn hate lidarxistin
Yekemîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hindirîn hate lidarxistin
Yekemîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hindirîn hate lidarxistin
Yekemîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hindirîn hate lidarxistin
Yekemîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hindirîn hate lidarxistin
Yekemîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hindirîn hate lidarxistin
Yekemîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hindirîn hate lidarxistin
Yekemîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hindirîn hate lidarxistin
Yekemîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hindirîn hate lidarxistin
4 tîrmeh, 2018   15:14

REQA

Bi beşdarbûna bi sedan endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên herêmên Bakurê Sûriyê, Yekemîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Bakurê Sûriyê vê sibehê li stada Firat a bajarê Reqayê hatibû destpêkirin.

Li cihê konferansê al û wêneyên têkoşerên Hêzên Ewlekariya Hindirîn, Hêxzên Asayîşê, HAT û Polîsên Trafîkê hatin dalqandin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Paşê Fermandara Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Bakurê Sûriyê Nûjiyan Hesen axivî û konferansa li endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn pîroz kir. Nûjiyan hêvî kir ku konferans bi encamên girîng derbarê xurtkirina ewlekariyê herêmê û avakirina pêşerojeke azad bi encam bibe.

Hevserokê Desteya Hindirîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat jî axivî û ev tişte anî ziman, "Bê guman Hêzên Ewlekariya Hindirîn di parastina ewlehiya Bakurê Sûriyê û gelên wê de rola wan sereke ye. Saziya Hêzên Ewlekariya Hindirîn bi hêzên leşkerî re di serî de QSD'ê gelek herêmê ji çeteyan paqij kirin û bi saya wan gelek kesên li warê xwe vegeriyan û di ewlehiyê de ne"

Kenan Berekat hêviya serkeftina konferansê xwest.

Piştî axaftinan, 5 endamê ji dîwana konferansê hatin hilbijartin.

Di konferasnê de rapora salane û rêzikanameya Hêzên Ewlekariya Hindirîn hatin xwendin û guftogokirin. Her wiha pêşniyaran hatin girtin.

Di dawiya konferansê de beşdaran li ser hilbijartina du alan ji bo Hêzên Ewlekariya Hindirîn erê kirin. Yek li jor bi zimanê Erebî û ji jêr bi zimanê Kurdî "Hêzên Ewlekariya Hindirîn" hatî nivîsandin, ev al girêdayî Hêzên Ewlekariyê yên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê. Ala Duyemîn jî li jor "Hêzên Ewlekariya Hindirîn" û li jêr "Asayîş" hatî nivîsandin, ev alî li herêmên din ên Bakurê Sûriyê dê werin bikaranîn.

(bb)

ANHA