Şaredariya Gel a Reqayê alavên paqijiyê belav kirin

Şaredariya Gel a Reqayê ku di 5'ê Hezîranê de hemleya paqijiyê da destpêkirin, alavên paqijiyê li komîteyên komînan ên bajar belav kirin.

Şaredariya Gel a Reqayê alavên paqijiyê belav kirin
Şaredariya Gel a Reqayê alavên paqijiyê belav kirin
Şaredariya Gel a Reqayê alavên paqijiyê belav kirin
Şaredariya Gel a Reqayê alavên paqijiyê belav kirin
Şaredariya Gel a Reqayê alavên paqijiyê belav kirin
4 tîrmeh, 2018   12:35

REQA

Şaredariya Gel a Reqayê alavên paqijiyê li komîteyên paqijiyê yên taxên Diriye, El-Teyara, El-Cezra û El-Romaniye belav kirin. Belavkirina alavan di çarçoveya plana yekem a paqijiya taxan de ku dê 13 rojan dewam bike, pêk tê.

Hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed El-Îbrahîm der barê mijarê de got ku wan alavên paqijiyê li komîn û meclisên 4 taxên Reqayê belav bikine. Alavên hatine belavkirin ji 80 mekense, 80 bêr, 20 erebane û 40 selikên çopê pêk tên. Dê alan wekhev li ser taxan werin belavkirin.

ANHA