Hêzên Iraqê li dijî şaneyên DAIŞ'ê operasyoneke berfireh da destpêkirin

Hêzên Iraqê bi koordîneya Hêzên Pêşmergeyan li dijî şaneyên DAIŞ'ê operasyoneke berfireh dan destpêkirin.

Hêzên Iraqê li dijî şaneyên DAIŞ'ê operasyoneke berfireh da destpêkirin
4 tîrmeh, 2018   13:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Ragihandina Ewlekariya Iraqê Yehya Resûl derbarê operasyonê de daxuyanî da û got, "Operasoyon bi navê 'Tola Şehîdan'  hatiye destpêkêk û bi rêveberî û koordîneya Fermandariya Çalakiyên Hevbeş ku ji artêşa, Polîsên Federal, Destwerdana Lezgîn, Polîsên Selehedîn û Diyala, Hêzên Pêşmerge û Hêzên Koalîsyona Navdewletî pêk tê, dê bi rêve biçe." Resûl destnîşan kirin ku armanca operasyonê paqijkirina herêmên rojhilatê riya Diyala- Kerkûk e."

Operasyon wekî bersivdayîna qetilkirina dilgiriyan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve ku di hefteya derbasbûyî de cenazeyên wan li ser riya Bexda- Kerkûkê hatiye destpêkirin.