Erdogan dest bi pêkanîna çespandina desthilatdariya xwe dike

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dest bi xebatên xwe yên pêkanîna çespandina desthilatdariya xwe li ser dewleta Tirkiyeyê dike. Îro biryarek derxist ku li gorî wê hin serweriyên serokwezîr radestî serokkomar tên kirin.

Erdogan dest bi pêkanîna çespandina desthilatdariya xwe dike
4 tîrmeh, 2018   09:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro biryarek derxist ku li gorî wê hin serweriyên serokwezîr radestî serokkomar tên kirin û welat ber bi sîstema serokatiyê ve tê birin.

Biryar di rojnameya fermî de hatiye weşandin û guhertinekê di qanûneke ku di sala 1924'an de hatiye danîn, pêk tîne.

Li gorî vê sîstema nû, serokwezîrî tê betalkirin û êdî serokkomar dikare biryaran bide û wezaretan ava bike û karmendên hikumetê bêyî ku vegere erêkirina parlemanê ji kar biavêje.

Derfeta pêkanîna sîstema nû ya serokatiyê piştî raferanduma sala 2017'an bi piraniyeke biçûk a dengan pêk tê û opozîsyon jî metirsiyeke mezin li ser Tirkiyeyê dibîne.

Hilbijatinên serokatî û parlemanê di bin sîwana rewşa awarte de ku piştî derbeya têkçûyî ya sala 2016'an de hatiye ragihandin, hatin lidarxistin.

Çavdêran hişyariyên xwe ji ber siyasetên serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan nîşan dan û sedemên berfirehkirina serweriyên xwe li rex aloziyên hundirîn, herêmî û navneteweyî dipirsin, nemaze aloziya aborî û siyasî ya hundirîn.

Çavdêr û siyasetmedarên Tirkiyeyê dibînin ku armanca Erdogan ji van tedbîran ew e ku laîkiya dewleta Tirkiyeyê hilweşîne û projeya xwe ya îslamîkirina Tirkiyeyê pêk bîne.