Kurê Ebû Bekir El-Bexdadî li Humsê hate kuştin

Çeteyên DAIŞ'ê ragihand ku kurê rêberê wan Ebû Bekir El-Bexdadî li parêzgeha Hums a Sûriyeyê hate kuştin.

Kurê Ebû Bekir El-Bexdadî li Humsê hate kuştin
4 tîrmeh, 2018   08:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Emaq a girêdayî çeteyên DAIŞ'ê duh bi rêya Telegiraf li ser koma navê "Wîlayeta Hums" a DAIŞ'ê wêneyekî kurê Ebû Bekir El-Bexdadî yê bi navê Hideyfa El-Bedrî ku cilên afganî li xwe dikirin û kelêş di dest de, weşand.

Bi wêne re jî daxuyaniyek belav kirin û gotin ku kurê Ebû Bekir El-Bexdadî di êrîşa li dijî alîgirên rêjîmê û Rûsyayê de ku li stasyona germahiyê ya wîlayeta Humsê pêk hat, hate kuştin.

Ebû Bekir El-Bexdadî ku Washington 25 milyon dolar ji yên cihê wî aşkera bike yan wî bikuje re diyar kiriye, tenê carekê dema "Dewleta Xîlafetê" ragihand derket.

Tê gotin ku 4 kurên El-Bexdadî ji hevjîna wî ya yekem hene û kurek jî ji hevjîna wî ya duyemîn heye.