Alîkarî li şêniyên gundê Kefer Qaris tê belavkirin

Meclis û komînên kantona Şehbayê mehê du caran alîkariyê li şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji warên xwe berdin, belav dikin.

Alîkarî li şêniyên gundê Kefer Qaris tê belavkirin
4 tîrmeh, 2018   09:52

ŞEHBA

Şêniyên Efrînê ji ber êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji warên xwe berdin.

Şênî li kantona Şehbayê bi cih bûn û wekî li Efrînê, xwe li Şehbayê ji di nava komîn û meclisan de bi rêxistin kirin. Piştî ku şêniyên Efrînê xwe li Şehbayê bi cih kirin, komîn û meclisan jî dest bi karên xwe kir.

Meclis û komînên gund û kampên Şehbayê alîkariya şêniyên Efrînê di aliyê manewî de dikin. Civînan ji wan re li dar dixin û her wiha di aliyê madî de jî alîkariyan ji wan re pêşkêş dikin.

Meclis bi rêya komînan di mehê de du caran alîkariyê li şêniyan belav dikin. Îro jî madeyên xwarinê li şêniyên gundê Kefer Qaris ê girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê hate belavkirin.

Di vê çarçoveyê de endamê komîna gundê Kefer Qaris Yûsif Xelîl ji ajansa me re got ku piştî şêniyên Efrînê ji ber êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji warên xwe berdin, ji bo ku xwe bi rêxstin bikin wan li Şehbayê dest bi avakirina komîn û meclisan kir.

Xelîl di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew di mehê de du caran alîkariyê li şêniyên Efrînê yên ku xwe li gund û kampên Şehbayê bi cih kirine, belav dikin û ev tişt anî ziman: "Îro jî me 107 parên xwarinê li şêniyên gundê Kefer Qaris ê girêdayî navçeya Fafînê belav kirin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku komîn û meclis bêyî ku tu rêxistinên mirovî alîkariya wan bikin alîkariyê li şêniyan belav dikin. Her wiha şêniyan bang li rêxistinên mirovî kir da ku rewşa wan di ber çavan re derbas bikin.

(bx/ew)

ANHA