Baxçeyê Emel nifşên pêşerojê digihîne

Bexçeyê Emel ê Zarokan li Tebqayê xebatên xwe berdewam dike. Zarokên ku dê û bavên wan dixebitin, di baxçe de tên xwedîkirin û her wiha tên perwerdekirin.  

Baxçeyê Emel nifşên pêşerojê digihîne
Baxçeyê Emel nifşên pêşerojê digihîne
Baxçeyê Emel nifşên pêşerojê digihîne
Baxçeyê Emel nifşên pêşerojê digihîne
Baxçeyê Emel nifşên pêşerojê digihîne
4 tîrmeh, 2018   08:16

TEBQA

Baxçeyê Emel ê Zarokan ê girêdayî Meclisa Jinan a Tebqayê di meha derbasbûyî de hate vekirin. Baxçe dikeve Taxa Yekem (Parka Kornîş) a bajarê Tebqayê. Armanca meclisê ji vekirina baxçeyê zarokan ew e ku zarokan li ser du qonaxan fêr bike.

Di qonaxa yekemîm de dê zarokên temenê wan di navbera 3-4 saliyê de xwedî bikin û ya duyemîn jî zarokên ji 5-6 salî fêr bikin.

Di qonaxa duyemîn de zarok fêrî tîp û hejmaran dibin da ku derbasî refa (pol) yekemîn bibin. Yek ji rêveberên Baxçeyê Emel Asiya Reşo got ku şênî navên zarokên xwe di baxçe de qeyd dikin.

Asiya destnîşan kir ku di baxçe de 8 mamosteyên xwedî tecrube û nêzî 57 zarok hene. Di dawiyê de Asiya Reşo got ku ew bi awayekî zêde li zarokên temenê wan biçûk dimêzînin, ji ber ku pêwîstiya wan bi lênerînê heye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Meclisa Jinan hewl dide baxçeyekî din ji zarokan veke ji ber ku hejmara zarokên ku dayikên wan di nava kar û xebatê de ne, zêde ye.

(bx)

ANHA