Di rojnameyên ereban de îro çi heye?

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên îro de bal kişand ser ku komên çete çekên xwe yên giran teslîmî rêjîmê kirin li bajarokên Deraayê, her wiha hejmartina dengên hilbijartinên Iraqê ya bi destan. Rojameyan mijara civîna Trump û Pûtîn jî derxist pêş.

Di rojnameyên ereban de îro çi heye?
4 tîrmeh, 2018   08:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de bal kişand ser azoiya Sûriyeyê û bi taybet geşedanên li Başûr pêk tên. Rojnameyan her wiha bal kişand ser jimartina dengên hilbijartinên Iraqê û hevdîtina di navbera Trump û Pûtîn de. Rojanemeyan her wiha rewşa Filistîn û Lubanê jî wek rojevên girîng dît.

Sûriyeyê

Rewşa li Sûriyeyê îro jî wek mijara sereke ya rojnameyên ereban bû. Rojnameyan rewşa başûrê Sûriyeyê û pêşketinên heyî wek mijarên sereke di rûpelên xwe de anîn ziman.

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat der barê mijarê de sernavê "Hêzên rêjîmê nêzî sînorê Urdinê dibe" avêt. Rojnameya El-Heyat jî der barê mijarê sernavê "Li Başûrê Sûriyeyê di navbera opozşîsyonê û Rûsyayê de danûstandin dîsa dest pê kir" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku li piraniya herêmên rojhilatê Deraayê bêdengî heye û wiha dom kir: "Hêzên rêjîmê hewldanên xwe yên girtina bajarê Tefes ê rojavayê Deraa, didomîne. Ji du aliyan ve operasyon dan destpêkirin. Li aliyê din jî komên opozîsyonê danûstandinên bi Rûsyayê re li bajarê Besra El-Şam didomînin. Ev danûstandin di dema ku hêzên rêjîmê hêzên xwe li bajar û bajarokên El-Misêfre, El-Cîze, El-Sehew û Kihêl ên Deraayê pêk tên. Ev gava rêjîmê berovajî îtîfaqan pêk tîne."

NY ji Urdinê xwest ku rê ji koçberan re veke

Rojnameya El-Quds El-Erebî der barê rewşa koçberan de sernavê "Piştî pêla herî mezin a koçberiyê, Urdin qebûl nekir deriyên xwe veke… bangên navdewletî ji bo vekirina sînorê xwe li pêşiya 330 hezar welatiyên Sûriyeyê." avêt. Rojnameya El-Erebî jî sernavê "Zext li Urdinê tê kirin ku sînorê xwe ji koçberên Deraayê re veke."

Rojnameyê di berdewamê de jî got ku Urdin rastî zextên navdewletî tê da ku sînorê xwe li ber bi hezaran welatiyên koçber veke û wiha dom kir: "Ji Urdinê tê xwestin ku rê ji welatiyên koçber re yên ji êrîşên artêşa Sûriyeyê direvin, veke."

Rojnameya El-Heyat der barê rewşa Meydanî ya Sûriyeyê de sernavê "DAIŞ kuştina kurê rêberê xwe Ebû Bekir El-Bexdadî li Sûriyeyê radigihîne" avêt. Rojnameya El-Şerq El-Ewsat sernavê "Lubnan biryara valakirina kampên ji çîmento ya welatiyên Sûriyeyê li Ersal vala dike" avêt. Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî sernavê "Sûriye: Du teqîn di depoyên çekên Îranê de pêk hat…Rêjîm têlên rêsayî li ser sînorê Lubanê bi cih dike" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku duh li bajarokê Mece yê Deraaya başûrê Sûriyeyê rêzeteqîn pêk hat û wiha dom kir: "Çavkaniyên opozîsyona Sûriyeyê diyar kir ku teqînên bihêz li bajarokê Mece yê dikeve 45 kîlometreyan bakurê Deraayê, pêk hat. Hate gotin ku teqîn di depoya çekan a li rojhilatê Pira Mece ya di bin destê rêjîma Sûriyeyê de pêk hat. Li aliyê din hêzên rêjîma Sûriyeyê li ser sînorê Lubnan û Sûriyeyê têlên rêsayî bi cih dike, ev li nêzî deriyê Metriba ya li nêzî bajarê El-Qesir da ku kes bi meşê derbas nebe, pêk hatiye."

Iraq

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Pêşbirka jinûve veqetandina dengên hilbijartinê li Iraqê ji Kerkûkê dest pê dike". Rojnameyê diyar kir ku Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Serbixwe ya Iraqê duh çalakiyên xwe yên jinûve veqetandina dengên hilbijartinan bi destan ku di 12'ê Gulanê de hatine lidarxistin, piştî veguhertina sêyemîn a qanûna hilbijartinan ji aliyê parlemanê ve di 6'ê Hezîranê de, dest pê kir. Berdevkê Fermî yê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Serbixwe dadger Leys Cebir Hemze duh bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakiyên jinûve veqetandina dengan li parêzgeha Kerkûkê dest pê kir.

Di navbera Heşd El-Şebî û artêşa Iraqê de nakokî zêde dibin

Girêdayî mijareke din a Iraqê rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha bi nav kir: "El-Heşd El-Şebî asta dijberiya xwe bi artêşa Iraqê re bilind dike". Rojnameyê diyar kir ku nakokiyên di navbera saziyên leşkerî yên fermî li Iraqê û rayedarên tabûrên herêmî yên çekdar de yên ku alîgiriya Îranê dikin û di bin sîwana hêzên Heşd El-Şebî de tev digerin, zêde bûne. Zêdebûna nakokiyên di navbera Amerîka û Îranê de jî zexta xwe li vê têkiliyê zêde dike.

Lubnan

Girêdayî Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "El-Qiwat û El-Wetenî El-Hur li ser aramiyekê lihevkirinekê pêk tînin da ku girêka xiristiyanî çareser bikin". Rojnameyê diyar kir ku Şepêla El-Wetenî El-Hur û partiya El-Qiwat El-Lubnaniyê li ser aramiyekê li hev kirin da ku girêka xiristiyanî ya girêdayî avakirina hikumeta nû çareser bikin. Piştî civîna di navbera serokê El-Qiwat Semîr Cehceh bi serokkomar Mîşêl Ewn re, serokê bloka "Lubnana Xurt" û Wezîrê Karên Derve ya hikumeta birêvebirina xebatan Cibran Basîl bi wezîrê çapemeniyê yê heman hikumetê Milhim El-Reyaşî re civiya.

Washington hewl dide Zîrevanên Şoreşger wek rêxistineke terorîst nîşan bide

Girêdayî mijarên Îranê jî rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Amerîka li ber nîşankirina Zîrevanên Şoreşger bi rêxistineke terorîst e". Rojnameyê diyar kir ku çavkaniyên Amerîka aşkera kir ku rêveberiya serok Donald Trump êdî rêxistina Zîrvanên Şoreşger a Îranê wek rêxistineke terorîst dibîne û hewl dide wek rêxistinên terorîst nîşan bide da ku Îranê bêtir ji qada cîhanê tecrîd bike.

Rojnameyê destnîşan kir ku korîdorên saziyên Amerîkayê yên hesas tevliheviyekê di nêrînên girêdayî helwesta Trump a li hemberî Zîrevanên Şoreşger de derdixin. Rayedarên Amerîkayê ditirsin ku ji ber van biryaran hêz û sefaretên Amerîkayê yên li derve rastî dijberiyên tolhildanê ji aliyê Îranê ve werin.

Lûtkeya Trump û Pûtîn

Girêdayî lûtkeya di navbera Trump û Pûtîn de rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Lûtkeya Trump û Pûtîn: Ewropa ji razîbûnan ditirse". Rojnameyê diyar kir ku paytextên Ewropayê peywendiyên xwe li rex geşedanên girêdayî lûtkeyê zêde dikin.

Rojnameyê destnîşan kir ku ev tevgerên Ewropayê li rex mijbûna li ser lûtkeyê pêk tên, nemaze pêşniyarên girêdayî çareserkirina aloziyên Sûriye, Ukranya û Îranê. Rojnameya Times a Brîtanyayê di nivîseke xwe de diyar kir ku metirsiya ewropayiyan ew e ku stûxwariyên cidî pêk werin ku dibe serokê Amerîkayê di lûtkeya Helsînkiyê de pêk bîne. Hin rojavayî dibînin ku Trump karibû serhişkiya hundirîn a Amerîkayê der barê nêzîkbûna bi Rûsyayê re bişikîne û êdî saziyên Amerîkayê jî ber bi heman alî ve diçin.

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Hûsiyan xebatên Giriffths bi dijwarkirina leşkerî bersivandin". Rojnameya El-Heyat jî wiha got: "Hûsî hevdîtinên bi Giriffths re vedişêrin" Rojnameyê diyar kir ku milîsên hûsî xebatên şandeya navneteweyî ya bi serokatiya Martin Giriffths ku ev du roj e serdana Senhayê dike, bersivandin û diyar kir ku dê êrîşên xwe yên leşkerî dijwartir bikin. Hûsiyan hemleyên xwe li seranserî karîgeriyên El-Hudeyda zêde kirin, her wiha li gelek taxên bajarê El-Hudeyda mayin çandin û tûnel kolandin.

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Qahîre zextê li Hemasê dike da ku beşdarî hikumeta Feyad bibe". Rojnameya Şerq El-Ewsat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Qahîre bang li Hemasê dike ku beşdarî danûstandinên lihevhatinê bibe". Rojnameyê diyar kir ku dezgeha îstîxbaratê ya Misrê bang li serokê Buroya Siyasî ya Tevgera Hemasê Îsmaîl Heniyê kir ku serdana Misirê di van rojan de bike da ku mijarên cuda û di serî de lihevhatina Filistînê gotûbêj bikin. Hin çavkaniyan girêdayî Hemasê diyar kir ku Heniye daxwaznameya serdana Misrê wergirtiye û guman e di demeke nêz de bibersivîne.