Çeteyan li Efrînê 12 kes revandin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên hovane li kantona Efrînê berdewam dikin. Kuştin, revandina şêniyan û li beranberî berdana wan pereyên zêde dixwazin. Her wiha çete li Efrînê daran dişewitînin.

Çeteyan li Efrînê 12 kes revandin
Çeteyan li Efrînê 12 kes revandin
Çeteyan li Efrînê 12 kes revandin
Çeteyan li Efrînê 12 kes revandin
Çeteyan li Efrînê 12 kes revandin
Çeteyan li Efrînê 12 kes revandin
4 tîrmeh, 2018   08:24

BASIL REŞÎD / EFRÎN

Li gorî çavkaniyeke ji navçeya Mabata ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên bi navê Tabûra El-Cebaha El-Şamiya tîma sêyemîn a girêdayî artêşa tirk a dagirker 12 welatiyên ji gundê Mîrkan duh revandin.

Li gorî çavkanî destnîşan kir ku navên welatiyên ku ji aliyê dagirkeran ve hatine revandin wiha ne: Şikrî Mihemed Kinc Xemîs (55), Henîf Mehmûd Mistefa (60), Xelîl Hisnî Hemdî (43), Mihemed Xelîl Nûrî (Nasnav Memo 49), Rifet Izet Sînot (40), Reşîd Ebdo Şêxo (45), Hikmet Kinc Xemîs (58), Misefa Ehmed Silêman (56), Mihemed Hisên Hemalîko (48), kurên wî Hisên Hemalîko (20) û Xemgîn Hemalîko (18).

Çavkanî diyar kir ku çeteyan welatiyê bi navê Ehmed Henan (27) beriya du mehan bi tawanên xelet revandin û yek ji wan şervanê YPG`ê ye. Çeteyan beranberî berdana wî hezar û 300 dolar ji malbata wî xwestin. Her wiha hate tekezkirin ku tevî ku malbatê pere dan çeteyan lê heta niha jî çarenûsa kurê wan ne diyar e.

Ji aliyekî din ve jî çavkanî destnîşan kir ku çeteyan şênî ji gund revandin û îşkence lê kirin bêyî ku sedemên girtina wan diyar bikin û ew ber bi cihekî nediyar ve birin, her wiha hemû telefonên destan ji gund girtin.

(bx/ew)

ANHA