Dîrokeke zindî: Şêx Misto

Mistefa Mihemed Hemîd tevî ku 127 salî ye, hê jî jiyana xwe normal didomîne û niha wek yek ji kesên herî temenmezin di cîhanê de tê naskirin û ji objektîfên kamereyan dûr li gundê xwe jiyana xwe didomîne.

Dîrokeke zindî: Şêx Misto
4 tîrmeh, 2018   06:45

MEED SELÛM – GULÎSTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Mistefa Mihemed Hemîd ku bi navê "Şêx Misto" tê nasîn, di sala 1891'an de ji dayîk bûye û 127 salî ye. Şêx Misot ji pêkhateya ereb e û hê jî jiyana xwe li gundê El-Şehbê yê girêdayî navçeya Silûk a kantona Girê Spî li rex neviyên xwe didomîne.

Li gorî rewşên di sicîlên fermî de hatine belgekirin, ên wekî lêkolînên zanista pîrbûnê û zanistnameya Guinness a tomarkirinên ciyawaz û hin lêkolînên din ên belgekirinê piştî ku bi awayekî fermî hatine belgekirin, tê gotin ku temenmezintirîn di cîhanê de jineke fransî ye û temenê wê gihaştiye 122 salan û beriya 21 salan çûye ser dilovaniya xwe.

Şêx Misto di nasnameya xwe ya kesane de di sala 1905 a zayînî de hatiye qeydkirin û li gorî nasnameyê niha temenê wî 113 sal e.

Şêx Misto piştrast dike ku zayîna wî li gorî nasnameya wî ya kesane piştî 14 salan hatiye qeydkirin. Bi vê yekê ew dibe temenmezintirîn kes di cîhanê de û hê jî jiyana xwe normal didomîne.

Şêx Misto li bajarê Riha yê bakurê Kurdistanê bi cih dibe û piştre ji aliyê osmaniyan ve di serdema Cemal Paşa de tê qewitandin û ji wê demê ve li gundê El-Şehbê yê rojhilatê navçeya Silûk a kantona Girê Spî bi cih bûye.

Şêx Misto di sala 1921'an de bi Yazî El-Ehmed re dizewice û ji 5 xort û 4 keçikan wan çêdibin û di sala 1955'an de jî bi Yazî El-Elî re dizewice û ji wê jî 4 xort û 4 keçikên wan çêdibin. Li gundê El-Şehbê dijîn û hevsera wî ya yekemîn 40 salî bi wî re dijî û ji ber nexweşiyekê diçe ser dilovaniya Xweda û hevsera wî ya duyemîn jî piştî hevsera yekemîn bi 10 salan, ew jî ji ber nexweşiyekê diçe ser dilovaniya Xwedê.

Nûçegihanên ajansa me serdana mala Şêx Misto ya ji axê ya li gundê El-Şehbê kir. Nûçegihanan di hevdîtina xwe de ya bi Şêx Misto re nas kir ku ew bêtirî 100 sal û çaryekekê ye dijî û niha bi tenduristiyeke baş û bîreke xurt jiyana xwe didomîne û dikare bêyî alîkariya kesên din debara xwe bike.

Şêx Misto bi rûkenî û henekên xwe tê nasîn û çîrok û bûyerên serdemên cuda ku tê re derbas bûye vedibêje. Şêx Misto kesekî oldar e û girêdayî ola xwe ya îslamê ye û hemû nimêjên xwe di dema xwe de dike û nimêja dawiya şevê jî dike.

Bi zimanekî qedîm diaxive

Şêx Misto di axaftinên xwe de hin têgehên ku niha nayên naskirin dibêje, nemaze ji ber ku zimanê wî ji zimanê desthilatdarên wekî osmanî, fransî û îngilîz li rex zimanê wî yê zikmakî yê erebî pêk dihat. Neviyê kurê wî hin têgehên ku nûçegihanan nas nedikirin şîrove kirin.

Şêx Misto girêdayî serdema osmaniyan wiha dibêje: "Di serdema osmaniyan de min xebatên giran dikirin. Di wê demê de temenê min 15 salî bû û ez û malbata xwe li bajarê Rihayê dijiyan. Di sala 1915'an de ji ber hovîtiya desthilatdarên osmaniyan em neçar man ji Rihayê birevin û namûsa xwe biparêzin. Me berê xwe da devera Silûk ku di wê demê de di bin serweriya koçeran de bû û serokatiya wê "Miçhim Bin Mihêd" dikir.

Şêx Misto behsa wê serdemê kir ku tu sînor li herêma Rojhilata Navîn nehatibûn nexşandin  û da zanîn ku bê astengî wan dikaribû ji herêmekê biçin herêmeke din.

Şêx Misto behsa bîranînên xwe yên çûna bajarê Helebê ji bo pêdiviyên xwe dike û dibêje ku di wê demê de tenê çend dikanên bazirganiyê hebûn û got ku ew 13 rojan bi hêştiran diçû û vedigeriya.

Zilma osmaniyan

Şêx Misto rewşên dijwar ên ji ber desthilatdariya gelek dewletên dagirker ên wekî osmanî, fransî û îngilîz kişandine û diyar dike ku serdema herî dijwar di jiyana wî de di serdema osmanî û fransiyan de bû. Şêx Misto da zanîn ku di serdema osmaniyan de gelek welatî rastî îşkenceyên dijwar ên wekî "xazûq" dihatin û her kesekî ku pîvanên osmaniyan qebûl nekiribana rastî destdirêjî û kuştinê dihatin.

Şêx Misto got ku di serdema osmaniyan de jî ew gelekî birçî diman û kesekî ku genim li ba wî bihata girtin, dihat girtin û îşkencekirin û genim jî dihat desteserkirin û wiha got: "Em ji îşkence û xazûqên osmaniyan xilas bûn, îcar fransiyan em birçî kirin."

Serê xwe bi mîza hêştiran dişûştin!

Şêx Misto behsa bîranîneke xwe dike ku hê jî detayên wê di bîra wî de ne û dibêje ku ji ber kêçan ew gelek caran neçar diman serê xwe bi mîza hêştiran bişon û cilên xwe jî datînan ser morîstanan da ku morî kêçan ji cilên wan derxin.

Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) dê çîroka Mistefa Mihemed Hemîd (Şêx Misto) ku yek kesên temenmezintirîn e, bi berfirehî amade bike û di demeke nêz de pêşkêşî xwendevanên xwe bike.

ANHA