ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.07.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.07.2018
4 tîrmeh, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

 - Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Bi dirûşmeya "Bi hestên we hunera azadiyê ronî dibe" Koma Botan şevbuhêrkek stranan li navenda Çand û Huner a Baqî Xido organîze dike. Saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Malbateke Efrînî ku zulma arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tehemul nekirin, piştî meşa 3 rojan li ser piyan dikarî xwe bighînin kantona Şehbayê. Malbatê rewşa li Efrînê wekî dojehê wesif kirin û bang li welatiyên Efrînê kirin ku ji îdîayên çeteyan ên ku dibêjin Efrîn bi ewle bûye, bawer nekin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Welatiyên bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê piştgiriya xwe ji bo hemleya Rizgarkirina Efrînê re anîn ziman û destnîşan kirin ku ew amade ne banga serferberiyê ya di Konferasa Rizgarkirina Efrînê de hatibû ragihandin bi bersivînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bexçeyê Emel ê Zarokan li Tebqayê xebatên xwe berdewam dike. Zarokên ku dê û bavên wan dixebitin, di baxçe de tên xwedîkirin û her wiha tên perwerdekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî ku bavê wan hate kuştin û serî wî hate jêkirin kêfxweşiya vegera bajarê xwe winda kirin. 4 zarok bê bav man û ji wan re hate nivîsandin ku bê bav mezin bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Tevgerkirina bajarê Reqayê zêde dibe û heyanî niha derdora 170 hezar malbat vegeriyane bajarê xwe Reqayê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şaredariya Gel a Kantona Şehbayê tevî hemû kêmderfetan xebatên xwe yên xizmeta welatiyan bi rêk û pêk didomîne û hewl dide êşa welatiyan kêm bike. Şaredariya Gel hemû pêdiviyên sereke yên jiyanî ji welatiyan re peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê bi hevkariya Yekitiya Kooperatîfan a kantona Cizîrê projeya "Firneya Malbatên Şehîdan" bi lêçûneke 40 milyon lîrayên Sûriyeyê û bi hêza rojane derxistina 12 ton nan, pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Mistefa Mihemed Hemîd tevî ku 127 salî ye, hê jî jiyana xwe normal didomîne û niha wek yek ji kesên herî temenmezin di cîhanê de tê naskirin û ji objektîfên kamereyan dûr li gundê xwe jiyana xwe didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Kobanê projeya bicihkirina xetên kanalîzasyonê li bajêr û gundewarên wê da destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA