Malbat vedigerin û jiyan li Reqayê geş dibe

Tevgerkirina bajarê Reqayê zêde dibe û heyanî niha bi hezaran malbat vegeriyane bajarê xwe Reqayê.

4 tîrmeh, 2018   04:20

NEJBÎR OSMAN-AZAD SEFO / REQA

Bajarê Reqayê bi çandinî û ciyê xwe yê stratejîk tê naskirin. Riya hemû parêzgehên Sûriyê di Reqayê re derbas dibe û aliyê çandiniyê ve herêmeke herî dewlemend e. Ew ava xwe ji çemê Firatê digre.

Piştî ku rejîma Sûriyê xwe ji Reqayê kişand 68 gurupên Artêşa Azad û di nava wan de Cebhet El-Nusra jî Reqayê dagirkirin. Sala 2013`an jî çeteyên DAIŞ`ê Reqayê û gundewarên wê dagirkirin. Şervanên QSD`ê jî 20`ê Cotmeha 2017`an bajarê Reqayê û gundewarên wê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Bi hezaran malbat vegeriyan

Meclîsa Sivîl a Reqayê jî ku 19`ê nîsana 2017`an hatibû avakirin piştî rizgakirina Reqayê û paqijkirina wê ji mayînan destbi xebatê kir. Komîteyên Meclîsa Sivîl a Reqayê û bi taybet Şaredarî bi awayekî çalak bajarê Reqayê ji şopên şer paqij kirin û heyanî niha xebatên wan ê paqijkirina bajar didomin. Komîteyên dîtir jî her di nava tevgerê de ne ku jiyanê li Reqayê vegere. Piştî şert û mercên jiyanê li Reqayê peyde bûn bi hezaran malbatên Reqayê vegeriyan warê xwe.

Parkên Reqayê bi zarokan geş bûne û tevgera bazarê her diçe zêdetir dibe. Êdî firoşkerê sebzeyan û bûzê mîna her car bi zimanê xwe bang dike û dibêje: ˝Feqîr nêz bibe, roj roja te ye û pere fêde li te nakin˝ .

(np)

ANHA