Bi dehan çete nepenî li Dêrazorê hatin girtin

Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê di çaçoveya operasyona li dijî çeteyên DAIŞ ên ne penî de gelek çete girtin û miqdarek çek û cebilxaneyên wan bê bandor kirin.

Bi dehan çete nepenî li Dêrazorê hatin girtin
Bi dehan çete nepenî li Dêrazorê hatin girtin
Bi dehan çete nepenî li Dêrazorê hatin girtin
Bi dehan çete nepenî li Dêrazorê hatin girtin
Bi dehan çete nepenî li Dêrazorê hatin girtin
Bi dehan çete nepenî li Dêrazorê hatin girtin
Bi dehan çete nepenî li Dêrazorê hatin girtin
Bi dehan çete nepenî li Dêrazorê hatin girtin
3 tîrmeh, 2018   13:47

DÊRAZOR

Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê çend roj berê bi daxuyaniyekê li ser çeteyên DAIŞ'ê yên nepenî operasyon dabû destpêkirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê di operasyona ku heta niha berdewam e de, li gundewarên Dêrazorê herî zêde li gundên Şihêl, Zîban û Rêz ên li rex çemê Firatê miqdarek çekên kilaşinkov, Brono, çebilxane, torên WiFi, telefonên bê têl, mayîn û motorsîklêtên bomebebarkirî bê bandor kirin.

Di operasyonê de her wiha, bi dehan çeteyên nepenî yên DAIŞ'ê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ve hatin girtin.

ANHA