Li Efrînê di navbera artêşa dagirker û çeteyan de şer û topbaran  

Hate ragihandin ku di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên koma "Lîwa El-Hemzat"  şer derket. Şer piştî ku çeteyên "Lîwa El-Hemzat" qebûl nekirin ji bajêr derkevin û biçin navçeyan rû da.

Li Efrînê di navbera artêşa dagirker û çeteyan de şer û topbaran  
3 tîrmeh, 2018   14:36

EFRÎN

Li gorî agahiyên ku  çavkaniyan ji kantona Efrînê dane,  îro sibeha di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên koma "Lîwa El-Hemzat" şer derket, giraniya şer li deriyê ketina bajarê li ser riya kolana Fîl e bû.

Çavkaniyan destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker nuqteyên "Lîwa El-Hemzat" ên li nêzî nexweşxaneya Dêrsim û guned Tirindê topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyan;  artêşa Tirk ji çeteyên "Lîwa El-Hemzat " xwest ku ji Efrînê derkevin û biçin navçeyan, piştî çeteyan qebûl nekirin derkevin şer  û topbaran rû dan.

Çavkaniyan her wiha, dane zanîn ku artêşa Tirk a dagirker ji taxa Mehmûdiyê nexweşxaneya Dêrsim û ji dibistana Salih El-Elî ya li taxa Eşrefiyê derdora gundê Tirindê topbaran kirin.

Rewş li bajêr aloz e.

(bb)

ANHA