Li Eyn Îsa ji bo endam û hevserokên komîn û meclisan dewreyeke nû

Akademiya Civaka Demokratîk li Eyn Îsa dewreya perwerdeyê ya dehemîn ji endamên meclis û komînan re bi navê Dewreya Şehîd Gîvara vekir.

Li Eyn Îsa ji bo endam û hevserokên komîn û meclisan dewreyeke nû
3 tîrmeh, 2018   12:05

GIRÊ SPÎ

Dewreya perwerdeyê bi tevlêbûna 33 endamên meclis û komînên bajarê Reqayê û gundewarên wê û gundewarên bajarê Dêrazorê hate vekirin.

Dewreya perwerdeyê dê 20 rojan berdewam bike. Di dewreyê de dê dersên birdozî, çandî û siyasî werin dayîn.

Yek ji kesên ku tev li dewreyê bûye yê bi navê Mistefa got ku pêwîstiya wî bi perwerdeyê heye, ji ber wê tev li dewreya perwerdeyê bû.

Dewreya perwerdeyê ji bo ku endam û hevserokên komîn û meclisan erka xwe pêk bînin, hate vekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Gîvara li bajarê Tebqayê endamê HAT`ê bû û dema ku erka xwe pêk dianî, şehîd bû.

(bx/ew)

ANHA