Welatiyê Efrînê bi îşkenceya artêşa tirk jiyana xwe ji dest da

Welatiyê bi navê Mihemed Îbiş Nesan ji aliyê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi îşkeceyê hate kuştin. Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê revandin û îşkenceya li ser welatiyên Efrînê didomînin.

Welatiyê Efrînê bi îşkenceya artêşa tirk jiyana xwe ji dest da
3 tîrmeh, 2018   11:57

EFRÎN

Çavkaniyekî ji Efrînê ragihand ku artêşa tirk û çeteyên wê welatiyê bi navê Mihemed Îbiş Nesan (55) ê ji gundê Hecî Hesna ya Jorîn bê sedem revand û paşê di bin îşkenceyê de ew kuştin.

Heman çavkanî destnîşan kir ku çeteyan destpêkê keça Mihemed Îbiş revand û piştî pereyekî mezin ji malbatên girtin, ew serbest berdan. Paşê Mihemed Îbiş bi xwe revandin û di bin îşkenceyê de ew kuştin.

Li aliyê din çavkaniyekî ji gundê Afraze ya navçeya Mabara jî koma çete ya bi navê Lîwai El-Şemal 8 welatiyên bi navên Emîn Reşîd Dawid (44), Horîk Ebdo Elo (45), Emîn Mihyedîn Elo (32), Ziyad Nûrî Ziyad (38), Xebat Mihemed Hesen (27), Xalid Mihemed Nesan (35) û du birayên bi navên Mihemed Ehmed Henan (34) û Ehmed Henan (30) revandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan welatiyên revandin birin girtîgeha gundê Qobê ya navçeya Raco ya Efrînê û ji malbatên wan pereyan dixwazin da ku wan berdin.

ANHA