NY ji Urdinê dixwaze ku sînorên xwe li ber koçberên Sûriyeyê veke

Berdevka Buroya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Urdinê xwest ku sînorên xwe li pêşiya welatiyên Sûriyeyê ku ji şerê li başûrê Sûriyeyê direvin, veke.

NY ji Urdinê dixwaze ku sînorên xwe li ber koçberên Sûriyeyê veke
3 tîrmeh, 2018   11:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên rêjîma Sûriyeyê di 19'ê Hezîrana borî de bi alîkariya balafirên Rûsyayê çalakiyeke leşkerî ya berfireh li başûrê Sûriyeyê da destpêkirin. Ji destpêka çalakiya leşkerî ve heta niha herî kêm 130 welatiyên sivîl bûne qurbanî û bi dehan birîndar bûne. Welatiyên başûrê Sûriyeyê jî hewl didin ber bi dewletên cîran ve birevin, lê sînor li pêşiya wan hatine girtin.

Berdevka Buroya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî  Liz Throssell di civîneke çapemeniyê de bang li hikumeta Urdinê kir ku deriyên sînor li pêşiya welatiyên Sûriyeyê ku ji şer direvin, vekirî bihêle.

Li aliyekî din berdevkê Komîseriya Koçberan André Mahicic diyar kir ku nêzî 40 hezar welatiyên Sûriyeyê li ber deriyê sînorê Sûriyeyê û Urdinê li benda derbasbûnê ne. Urdin niha bêtirî 650 hezar koçberên Sûriyeyê yên hatine qeydkirin dihewîne.