Hilberîna berhema kartol bi qasî 75%  kêm bûye

Komîteya Çandiniyê diyar kir ku di encama ambargoya li ser kantona Şehba de û ji ber bilindbûna buhayên sotemeniyê û dijwarbûna peydakirina wê hilberîna kartolan (patat) li herêma Şehbayê bi qasî 75% kêm bûye.

Hilberîna berhema kartol bi qasî 75%  kêm bûye
Hilberîna berhema kartol bi qasî 75%  kêm bûye
Hilberîna berhema kartol bi qasî 75%  kêm bûye
Hilberîna berhema kartol bi qasî 75%  kêm bûye
Hilberîna berhema kartol bi qasî 75%  kêm bûye
Hilberîna berhema kartol bi qasî 75%  kêm bûye
Hilberîna berhema kartol bi qasî 75%  kêm bûye
Hilberîna berhema kartol bi qasî 75%  kêm bûye
3 tîrmeh, 2018   06:41

ELÎ GEDRO – CAFER CAFO / ŞEHBA

Kantona Şehba bi çandiniya xwe navdar e û piraniya welatiyên wê debara xwe ji hilberînên çandiniyê werdigirin. Li kantona Şehba hilberîna kartonal hilberîneke sereke ye û li rûpîvaneke berfireh tê çandin. Îsal jî hilberîna  çandiniyê bi giştî û bi taybet hilberîna kartolan li herêmê gelekî ziyan dîtine.

Cotkarên herêmê ku zeviyên xwe di meha sibatê de bi kartolan çandine di van demên niha de dest bi wergirtina hilberîna xwe dikin, lê hilbîrîna îsal li gorî salên borî bi qasî %75 daketiye.

Di derbarê sedemên paşveçûna hilberînê de cotkarê bi navê Eymen El-Umer destnîşan kir ku sala çandiniyê ya Îsal cûdayî salên borî ye û aloziya peydakirina sotemeniyê li kantonê gelekî dijwar bû. Di mehên borî de kantonê beşekî mezin ji sotemeniya xwe ji kantona Efrînê werdigirt, lê piştî dagirkeriya Tirkiyeyê ev sotemenî hate birrîn.

Her wiha di encama ambargoya li ser kantona Şehba ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê û rêjîma Sûriyeyê ve, hişt ku cotkarên herêmê nikaribin sotemeniya xwe ji bo çandiniyê werbigirin. Di encamê de ziyaneke mezin bi hilberîna kartolan bû û kiwalîteya wan jî gelekî daket.

Rêjeya hilberînê bi qasî %75 kêm bûye

Girêdayî heman mijarê Endamê Komîteya Çandiniyê yê kantona Şehba, Subhî El-Ehmed diyar kir ku îsal ziyaneke mezin bi hilberînên çandiniyê û bi taybet hilberîna kartolan bûye, nemaze ji ber tunebûna sotemenî û mazotê ji bo avdana zeviyan.

Subhî El-Ehmed destnîşan kir ku tunebûna mazotê hişt ku zeviyên kartolan bê avdan bimînin û sîstema avdana zeviyan tevlîhev bû û vê yekê bandoreke neyînî li rêjeya hilberînê û kiwalîteiya wê kir.

Li gorî şopandina Komîteya Çandiniyê ya kantona Şehba ji hilberîna kantonê re diyar dibe ku hilberîna yek hiktarê ya kartolan daketiye nêzî 5 tonan û piştrast kir ku di salên borî de digihîşt nêzî 40 tonî. Ango rêjeya kêmbûna hilberînê bêtirî %75 daketiye.

Buhaya firotina hilberînê jî kêm bûye

Ziyanên cotkaran ne tenê ji ber lawazbûna hilberînê ye, lê belê li aliyekî din hilberîna wan gelekî erzan tê firotin. Îsal toneke kartolan nêzî 65 hezar lîreyên Sûriyeyê tê firotin û di salên borî de herî kêm bi 90 hezar lîreyên Sûriyeyê dihat firotin. Her wiha cotkar neçar in hilberîna xwe ya kartolan bifiroşin ji ber ku derfetên embarkirinê jî li ba wan tune ne û nikarin hilberîna xwe ji kantonê derbixînin.

Subhî El-Ehmed destnîşan kir ku tunebûna riyên derxistina hilberîna kartolan ji kantonê hişt ku cotkar ziyaneke din bibînin, tevî ku lêçûnên hiktareke çandina kartolan nêzî milyonek û 200 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

Komîteya Çandiniyê nikare alîkariyê bi cotkaran re bike

Endamê Komîteya Çandiniyê Subhî El-Ehmed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wan weke Komîteyê di encama ambargoya li ser kantonê nikaribûn pêdiviyên cotkaran peyda bikin.

ANHA