Firneya jinan; stêrka sibê bi bêhna gundewariyê

Jinên navçeya Tirbespiyê bi hevkariya Navenda Aboriyê ya Jinan a navçeyê firneyek bi rêya kooperatîfeke jinan vekir. Armanca vê firneyê ew e ku kevneşopiya herêmê ya gundewariyê vejîne û nan ji gundên rojavayê navçeyê re peyda bike.

Firneya jinan; stêrka sibê bi bêhna gundewariyê
Firneya jinan; stêrka sibê bi bêhna gundewariyê
Firneya jinan; stêrka sibê bi bêhna gundewariyê
Firneya jinan; stêrka sibê bi bêhna gundewariyê
3 tîrmeh, 2018   06:21

RÊNAS REMO – KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Di van rojên pêş de tê payîn ku li gundê Hilwê yê rojavayê navçeya Tirbespiyê firneya Gelawêj bi beşdarbûna 11 jinan bi hevkariya Navenda Aboriyê ya Jinan li navçeyê were vekirin. Armanca vekirina vê firneyê ew e ku kevneşopiya herêmî ya gundewariyê vejîne û nan ji gundên rojavayê navçeyê re peyda bike. Her wiha debara hin malbatan peyda dike.

Girêdayî mijarê endama Rêveberiya Aboriyê ya Jinan li gundê Hilwê, Minêfa Seîd ji ajansa me ANHA'yê re diyar kir ku jin niha cihê xwe yê normal di civaka xwezayî de digirin û beşdarî hemû aliyên civakê dibe û ev yek jî bi saya Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê ye û wiha anî ziman: "Di serdemên borî de jin di aliyê aborî de rastî gelek astengiyan dihatin û beşdarbûna jinan di xebatên civakî de mijareke dijwar bû, lê niha bi saya şoreşê jinên Rojava dikarin cihê xwe yê normal di civaka xwezayî de bigirin û beşdarî xebatên leşkerî jî bûn."

Der barê projeya firneya Gelawêj de Minêfa destnîşan kir ku ev proje di encama keda jinan de pêk hatiye û wan hemû pêdiviyên firneyê bi xwe peyda kirin û niha ji xebitandinê re amade ye.

Li gorî Minêfa firneya Gelawêj dê nan ji 4 gundên rojavayê Tirbespiyê re peyda bike û di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku asta têkoşîna xwe ber bi azadiyê ve bilind bikin û xweseriya xwe li gorî sîstema neteweya demokratîk pêk bînin.

ANHA