Li Geverê teqîn

Li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê dema wesayîteke artêşa Tirk a dagirker derbas dibû, teqînek rû da.

Li Geverê teqîn
3 tîrmeh, 2018   06:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin teqîn di navbera gundên Sînava û Şitaziyê ya li ser rêya Oremarê ve pêk hatiye.

Piştî teqînê gelek ambûlans û helîkopter çûn herêmê. Têkildarî encamên teqînê tu agahî nehatin girtin. Hate ragihandin ku hin birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.