Efrînî li Şehbayê jî xwedî li çanda xwe derdikevin

Dewleta tirk di rêya dagirkeriya Efrînê hewl dide çanda gelan tune bike û îradeya şêniyan bişikîne. Lê şêniyên Efrînê yên ku bi ax û çanda xwe ve girêdayî, hemû kiryarên dagirkeran red kirin. Şêniyan dest bi xwebirêxistinê kir. Di vê çarçoveyê de Desteya Çand û Hunerê kar û xebatên xwe li kantona Şehbayê didomîne.

Efrînî li Şehbayê jî xwedî li çanda xwe derdikevin
Efrînî li Şehbayê jî xwedî li çanda xwe derdikevin
Efrînî li Şehbayê jî xwedî li çanda xwe derdikevin
Efrînî li Şehbayê jî xwedî li çanda xwe derdikevin
Efrînî li Şehbayê jî xwedî li çanda xwe derdikevin
Efrînî li Şehbayê jî xwedî li çanda xwe derdikevin
Efrînî li Şehbayê jî xwedî li çanda xwe derdikevin
3 tîrmeh, 2018   05:40

ELÎ GEDRO – CAFER CAFO / ŞEHBA

Piştî ku şêniyên Efrînê û saziyên wê ji ber êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê berê xwe da kantona Şehbayê, şêniyan ji nû ve xwe bi rêxistin kir û saziyên xwe ji nû ve aktîf kirin û dest bi kar û xebatên xwe kirin.

Desteya Çand û Hunerê ji kantona Efrînê veguherî kantona Şehbayê û ev yek ji bo dagirkeran bersiveke tund bû. Bi vê yekê ji çeteyan re hate diyarkirin ku tu carî nikarin çanda gelê herêmê binpê bikin û tu carî nikarin îradeya şêniyên herêmê ku bi axa xwe ve girêdayî ne, bişkîne.

Di vê çarçoveyê de endamên desteya Çand û Hunerê xwe bi rêxistin kir û dewreya perwerdeya dîlanan ji endamên xwe re da destpêkirin.

Dewreya perwerdeyê bi tevlêbûna 57 endamên koma dîlanan a girêdayî desteya Çand û Hunerê dest pê kir. Dewreya perwerdeyê li gundê Ehdas ê girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê hate destpêkirin. Di hefteyê de wê du rojan perwerde were dayîn.

Di vê çarçoveyê de endama koma dîlanan Mizgîn Çeqalî got ku artêşa tirk a dagirker bi rêya êrîşên li ser Efrînê dixwest ku îrade, nasname û çanda gelê herêmê binpê bike.

Mizgîn di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Dagirkeran di êrîşên xwe de hemû cureyên çekan bi kar anîn. Lê belê gelê ku îrade û hêza xwe ji şehîd û fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire tu carî dest ji çanda xwe bernade. Ji ber vê yekê me dest bi kar û xebatên xwe li kantona Şehbayê kir."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku koma dîlanan di hemû çalakiyên ku ji aliyê desteya Çand û Hunerê ve li kantona Şehbayê têne lidarxistin de, dîlanan pêşkêş dike.

(bx/ew)

ANHA