‘Dagirkerî bê piştgiriya PDK’ê ne mimkune’

Nivîskar û Siyasetmendarê Kurd Elî Kerîmî diyar kir ku Tirkiyê nikare bê piştgiriya PDK’ê axa Başûrê Kurdistanê dagir bike, ji xwe Hikumeta Iraqê jî dixwaze Tirkiyê Kurdan kontol bike û kurdan di Başûrê Kurdistanê de bişkîne û wiha got: “Divê hemû Kurd li dijî vê dagirkeriyê dakevin qadan.”

‘Dagirkerî bê piştgiriya PDK’ê ne mimkune’
3 tîrmeh, 2018   05:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Di mehên dawiyê de dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê zêde kir. Nivîskar û Siyasetmendarê Kurd Elî Kerîmî derbarê êrîşên dewleta Tirk û siyasetên li dijî gelê kurd têne meşandin, pirsên ajansa me (ANHA) bersivand.

*Ev demeke êrîşên dagirkeriya Tirkiye yên li ser Başûrê Kurdistan hene û berdewam dike, li gorî nêrînên we armanca êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistan çiye?

Ti şik û guman tuneye ku, dewleta Tirk a ku ji serdema Ataturk ve hatî avakirin, hinek daxwazên xwe hebûn. Bi taybet di salên dawî de ango bi hatina ser text a diktator Erdogan û AKP’ê re ev daxwaz zêdetir bûne.  Bi taybet jî piştî ku dewleta Tirk karîbû li Başûrê Kurdistanê hevkaran ji xwe re bibîne. Li gorî vê jî dixwaze heta ku karibe desthilatdariya xwe li herêmê zêde bike. Yek ji herêmên ku dixwaze hêza xwe lê zêde bike jî Başûrê Kurdistanê ye.

‘Tirkiyê nikare bê piştgiriya PDK’ê xaka Başûrê Kurdistanê dagirbike’

*Herêma ku artêşa dewleta Tirk a dagirker derbasî bûye, wek em dizanin di bin kontrola PDK’ê de ye. Gelo di navbera PDK û Tirkiyê de hevpeymanek heye an na, ev êrîş bi alîkariya PDK’ê pêk tên ya na?

Bê guman di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de hevkariyek mezin û germ heye. Ev ne tiştek nû ye, ji demên berê de ev hevkarî hebû. Di ser deriyê Îbrahîm Xelîl re, di salên 1992-1993’an ve ev hevkarî hatiye destpêkirin. Heta di demê Seddam Huseyîn de ji bo firotina tankên petrolê di navbera malbata Barzanî û Tirkiyê de hevkariyek hebû. Ev hevkarî di dema AKP û Erdogan de xurttir bûye. Kiryarên ku niha li Başûrê Kurdistanê tên kirin, bê hevkarî û piştgiriya PDK’ê nabe. Ew nikarin wisa raste rast, bê hevkar derbasî nava axa Kurdistanê bibin, gelek diyar e ku hevkariya PDK’ê bi Tirkiye yê re heye.

‘Hikumeta Başûrê Kurdistanê tenê riwayetek e (gotinek e)’

*Hikumeta Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bêdenge, li gor nêrîna we sedema vê bêdengiyê çiye?

Niha hebûnek a Hikumeta Başûrê Kurdistan nemaye. Hikumeta Başûrê Kurdistan bi awayek vekirî ji PDK’ê pêk tê. Li Başûrê Kurdistanê hikumetek ku ji bingehên partiyên siyasî yên cûda pêk tê nîne.  Heta pêşiya demekê Serokê Parlementoyê ji Parlementoyê derxistin, dîsa parlementerên GORAN ji Parlementoyê derxistin. Niha yên li ser desthilatdariyê xwe bi xwe ne. Ji ber wê jî Hikumeta Başûrê Kurdistanê tenê romanek e. Ya rastî Hikumeta Başûrê Kurdistanê PDK'ê ye û ew jî li cem Tirkiyê ye.

 ‘Li Başûrê Kurdistan ne welatparêzî, partîperestî heye’

*Wek em dizanin heta niha li dijî dagirkeriyê hewlestek bi hêz a partiyên Başûrê Kurdistanê nîne, divê partiyên Başûrê Kurdistan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çi bikin?

Gelê Kurd li her deverê bertek nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk daye, lê li Başûrê Kurdistanê gel bê desthilat e. Gel di bin desthilatdariyek tund û dîktaroriyane ya PDK'ê de ye. Ji ber vê desthilatdariyê gel nefes nagire û nikare deng derbixe. Dîsa li Başûrê Kurdistan mijarek heye ku hezkirina partiya ji ya ax û welat zêdetire. Ev kesane zêdetir wek derwêşê partiye ne, bi çavgirtî, bi bê darizandin bi gotina serok û partiya xwe dikin. Ji ber wê jî ev kes û partî dikarin heta Qendîl biçin û li dijî birayên xwe şer jî bikin. Ji ber wê divê bêdengî mirov matmayî nehêle. Ji ber ku li cem me partîperstî heye ne ku welatparêzî ye.

‘Hikumeta Iraqê dixwaze hêzek din Kurdan kontrol bike’

*Eger em werin ser helwesta Hikumeta Iraqê, ku Başûrê Kurdistan jî beşeke ji axa Iraqê, Ebadî helwestek nîşan dabû. Li şûna ku ji Tirkiyê re bêje welatê me dagir nekin, ji PKK’ê re gotinbû dest ji çekan berdin. Hûn vê helwesta Hikumeta Iraqê çawa dinirxînin, divê Iraq helwestek çawa nîşanî vê dagirkeriyê bide?

Eger em bertekên dewleta Iraqê bikin mijara xwe, piştî rûxandina  rêjîma Seddam Iraqê xwe weke dewletek serbixwe neditiye. Ji 2003’an ve Bexda di bin kontrola dewleta Îran û emerîkayê de ye. Li aliyê din jî Bexda xwe hertim wek dijminê kurdan dibîne. Dagirkirina dewleta Tirk a ji bo Başûrê Kurdistanê Bexdayê naêşîne, dewleta Iraqê kurdan weke dijminê xwe yê sereke dibîne. Eger di dawiyê de Kurd nemînin, ew nikarin bi hêsanî welatê cîran dagirbikin, dê wê demê ji bo derxistina dewleta Tirk hewil bidin. Heta li xweşa dewleta Iraqê diçe ku derbe li kurdên Başûrê Kurdistanê bê dayîn. Divê em baş bizanibin ku dewleta Îraqê ji ber mijara referandûmê li gel Kurdan bi taybet jî malbata Barzanî, ji bo daxuyaniyên Barzanî di derheqê Ebadî de ji bîr nake. Ji ber wê jî hertim Kurd bi taybet jî malbata Barzanî weke dost û hevpeymanên xwe nabîne. Bi Hikumeta Îraqê xweşe ku dewleta Tirk li ser herêma Kurdistanê serweriyê bike û Kurdan kontrol bike û Kurd di Başûrê Kurdistanê de bişkên.

‘Nerazîbûn heye, lê kême ’

*Divê saziyên sivîl, gel û rêxistinên Başurê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirkiye yê çi bikin?

Eger gelê Başûrê Kurdistanê qasî zereyek hezkirina welat û netewî hebe, ku ez dizanim heye, divê helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê bê ku dereng bimînin nîşan bidin. Ku em îro weke saziyên sivîl, rewşenbîr li dijî dagirkeriyê di nava çalaki û tevgerê de ne. Li rexmê ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê li ser rojnamegeran zextek mezin dike jî, rojnameger li dijî dagirkeriyê bê deng namînin. Lê ev çalaki û helwest li dijî dagirkeriyek bi vî awayî kême. Divê gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistan û welatên ji derve, li tevahî cîhanê li dijî dagirkeriyê dakevin qadan. Dewleta Tirk bi eşkere xaka welatek cîranê xwe dagir dike û tu rêzê ji zagonên navnetewî re negire. Dewleta Tirk bi hinceta li dijî PKK’ê şerkirinê xaka welatek din 30 – 40 kîlometre derbaz kiriye. Ev hinceta dewleta Tirk zarokan jî naxapîne, em hemû dizanin ku Tirkiye ji bo desthilatdarî û dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê dikeve Îraqê.

ANHA