Başûrê Sûriyeyê... Îtîfaqa Rûsya û Amerîkayê Tirkiyeyê tengav dike-2

Hevpeymana Amerîka û Rûsyayê li başûrê Sûriyeyê a girêdayî herêmên kêmpevçûn Tirkiyeyê diwestîne û gefan li planên wê yên di Sûriyeyê de ku di encama berjewendiyên hêzên herêmî û navneteweyî de hatiye parçekirin, dixwe. Ji ber vê yekê Tirkiye bi hemû hêz û derfetên xwe hewl da hevpeymanê têk bişkîne da ku karibe sûd ji nakokiyên di navbera Rûsya û Amerîkayê de wergire û tişta ku di salên destwerdana wê li Sûriyeyê de nikaribû pêk bîne, di demeke kurt de pêk bîne.

Başûrê Sûriyeyê... Îtîfaqa Rûsya û Amerîkayê Tirkiyeyê tengav dike-2
3 tîrmeh, 2018   04:20

Hevpeymana Rûsya û Amerîkayê Tirkiye westand

ROJ MÛSA / NAVENDA NÛÇEYAN

Hevpeymana kêmpevçûnan ku Rûsya, Amerîka, Urdin û Îsraîlê pêk aniye, dirêj nekir. Nemaze ji ber ku hin hêzên herêmî yên wekî Tirkiyeyê hewl didin ji nakokiyên di navbera Rûsya û Amerîkayê de sûdê wergire û berjewendiyên xwe pêk bîne. Tirkiye naxwaze Rûsya û Amerîka lihevhatineke hemdem di Sûriyeyê de pêk bînin, ji ber ku ev lihevkirin li hemberî planên wê yên dagirkerî û xweberfirehkirinê metirsiyek e û di encamê de komên çete ku alîkariya xwe ji îstîxbarata Tirkiyeyê werdigirin, tên tunekirin.

Girîngiya stratejîk a başûrê Sûriyeyê

Her du parêzgehên El-Quneytera û Deraa yên li başûrê Sûriyeyê di geşedanên bûyerên aloziya Sûriyeyê de xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin in. Deraa wek dergûşa şoreşa Sûriyeyê ku di sala 2011'an de beriya ku ji rêya wê bê derxistin û bê leşkerîkirin, tê dîtin. Her wiha ji ber ku her du parêzgeh kilîta rêzeherêmên cografyaya Sûriyeyê ne, xwedî girîngiyeke stratejîk in. Ev her du parêzgeh herêmên başûr bi herêmên navîn ên Sûriyeyê ve girê didin û li ser sînorên Sûriyeyê yên bi Urdin, Filistîn û Lubnanê û Colana dagirkirî ne. Her wiha paytexta Sûriyeyê Şamê bi Urdin, Lubnan û Filistînê ve girê dide. Ji ber van taybetmendiyan her du parêzgehên Deraa û Quneytera di nexşeya leşkerî ya Sûriyeyê de xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin in.

Hevpeymana kêmpevçûnan

Li rex hevpeymana dewletên destwerdana karûbarên Sûriyeyê dikin Rûsya, Tirkiye û Îran a li paytexta Kazaxistanê Astanayê da ku berjewendiyên xwe di Sûriyeyê de biparêzin ku navê mîsogerkar (garantor) li xwe dikin, hevpeymana herêmên kêmpevçûn di 4'ê Gulana 2017'an de ku 4 herêmên Sûriyeyê digire nava xwe, ragihandin. Ji van herêman, herêma li başûr ku her du parêzgehên Deraa û Quneytera digire nava xwe û rûpîvana wan bêtirî 2 hezar kîlometrekare ye û parek ji wê di bin serweriya komên çekdar de ne. Di heman mehê de di navbera Amerîka, Rûsya û Urdinê de bi însiyatîfa Urdinê rewşa başûrê Sûriyeyê hate gotûbêjkirin.

Di encama van danûstandinan de hevpeymana agirbestê û herêmên kêmpevçûn ku di 7'ê Tîrmeha heman salê de kete meriyetê û di 11'ê Mijdara 2017'an de Urdin, Amerîka û Rûsyayê li hev kir ku herêmeke kêmpevçûn a demkî li başûrê Sûriyeyê pêk bînin. Nûnerên van her sê dewletan belgeya rêgezan di vê derbarê de li paytexta Urdinê Umanê îmze kir.

Li gorî aliyên li hev kirine, ev hevpeyman piştgiriya tedbîrên her sê dewletan dike û piştgiriya agirbestê di 7'ê Tîrmehê de li ser xetên eniyên pêşîn ên li başûrê rojavayê Sûriyeyê dike. Di wê demê de hate gotin ku hevpeymana herêmên kêmpevçûn li başûrê Sûriyeyê derbaskirina alîkariyan armanc dike.

Îsraîl û dûrxistina Îranê ji sînorên xwe

Tevî ku hikumeta Îsraîlê hevpeymana Amerîka û Rûsyayê ya agirbesta li başûrê Sûriyeyê silav kir, lê nerazîbûna Îsraîlê bi rêya kanalên dîplomasiyê dest pê kir û piştî demekê di danûstandinên serokwezîr Binyamîn Natanyahû yên bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re aşkera bû. Natanyahû ji rojnamevanan re ragihand ku Amerîka û Rûsya berjewendiyên Îsraîlê di hevpeymana xwe de di ber çavan re derbas nekirine. Li gorî daxuyaniyên Natanyahû hevpeymana wan berjewendiyên "Dewleta Cihûyan" di ber çavan re derbas nekiriye û hê jî Hizbullah û Îran ji sînorên Îsraîlê ve nêzîk in, her wiha çavdêriya agirbestê bi rêya leşkerên Rûsyayê pêk nehatiye. Îsraîl hevbendiya di navbera Rûsya, Hizbullah û Îranê de li Sûriyeyê baş nas dike. Di heman çarçoveyê de pisporê Rûsyayê Qistantîn Doşînkov behsa bêhêviya Îsraîlê li hemberî hevpeymanê kir.

Bi armanca dilnermkirina Îsraîlê, ajansa nûçeyan a Rûsyayê TASS daxuyaniyeke Lavrov a di civîneke çapemeniyê de ya bi endamên hevpeymana ewlehiya giştî de weşand û tê de wiha got: "Girêdayî hevpeymana di navbera Rûsya û Amerîkayê de ya der barê herêmên kêmpevçûn li başûrê Sûriyeyê û agirbestê de me berjewendiyên Îsraîlê jî di ber çavan re derbas kirine."

Îsraîl dûrxistina Îranê ji sînorên di navbera Sûriye û Urdin û Îsraîlê de pêwîst dibîne. Îsraîlê hebûna Îranê ya nêzî sînorên wê xeta sor li hemberî ewlehiya wê ye. Hêzên Îranê li nêzî sînorên di navbera Sûriye û Îsraîlê de bi cih bibûn û li hin devera tenê 2 kîlomître ji sînorê Îsraîlê dûr bûn. Îsraîl vê mijarê bi temamî red dike û hewl dide herêmeke bê çek bi kûraniya 40 kîlomître ji sînorên xwe ve ava bike, wekî herêma 1974'an ku di encamê de Sûriye û Colana dagirkirî ji hev cuda kirin û çavdêriya wê hêzên UNIFIL dike.

Ji ber vê sedemê Îsraîlê êrîşên ezmanî car bi car li dijî baregehên Îranê yên li Sûriyeyê pêk tîne. Her wiha ev yek vekişandina Îranê ji başûrê Sûriyeyê nîşan dide.

Li gorî hin çavkaniyan Urdin jî hebûna Îranê li nêzî sînorên xwe qebûl nake û bi taybet li beyara Sûriyeyê û deverên li derdora Cumrok Deraa. Her wiha çalakiya leşkerî li vê herêmê red dike ji ber ku ditirse ku pêleke din a koçberan ber bi wê ve were , nemaze li rex rewşa aborî ya dijwar ku Urdin tê re derbas dibe û bi taybet piştî xwepêşandanên li dijî hikumeta Hanî El-Milqî derketine û di encamê de hişt ku îstîfa bike.

Hevpeyman berjewendiyên Tirkiyeyê tehdîd dike

Tirkiyê ji bo xaka Sûriyeyê dagir bike xwe nêzî Rûsyayê kir û di heman demê de têkiliyên xwe bi Amerîkayê re qut nekir, xwest ku ji nakokiyên di navbera Rûsya û Amerîkayê de sûdê wergire. Mînaka vê yekê jî dagirkirina Tirkiyê ya Efîrnê ye.

Di mijara hevpeyman her sê dewletan li ser başûrê Sûriyeyê Tirkiyê erînî nêz bû û xwest li ser vê hevpeymanê bi Rûsya re ji bo herêmên bakurê Sûriyeyê têkeve nava hevpeymanan. Ev razîbûna Tirkiyê ji bo hevpeymana başûrê Sûriyeyê zêde dirêj nekir û tirsiya ku Rûsya û Amerîka li ser herêmên bakurê Sûriyeyê jî bighîjin hevpeymanê, bi taybet ji bo Idlib û herêmên Rêveberiya Xweser. Her wiha Tirkiyê dît ku hevpeymana di navbera Amerîka û Rûsya de neyînî bandorê li ser pîlansaziyên wê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê û bi taybet herêmên Rêveberiya Xweser. Tevgerkirina leşkerî ya Tirkiyê li herêma Bakurê Sûriyeyê dê hedefgirtina hevpeymana agirbestê were nirxandin û Tirkiyê ji ber vê hevpeymana di navbera Rûsya û Amerîkayê de nikare êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê bike.

Eger hevpeymana di navbera Rûsya û Amerîkayê de bi ser bikeve dê bandoreke neyînî li ser têkiliya di navbera Rûsya û Tirkiyê dev bike û dê Tirkiye neçar bimîne ku ji herêmên Sûriyeyê ku dagir kirine, derkeve.

Herêm ber bi şerekî girantir ve diçe

Rûsya ji bo bi Israîl, Amerîka û hêzên herêmî yên Sûriyeyê li ser başûrê Sûriyeyê li hevdû bikin bi wan re di nava danûstandinê de ye. Di hevpeymana li ser başûrê Sûriyeyê berjwendiyên Israîl esas tê dîtin û dûrxistina hêzên Îranê ji sînorên herêmê çareserî dîtin. Her wiha Israîl dixwaze li ser sînorê di navbera wê û Sûriyeyê de herêmeke bê hêzên leşkerî çêbike û Urdin jî dixwaze li herêma başûrê Sûriyeyê bê ku şer biqewimê biserbikeve da ku gelê Sûriyeyê koçberî Urdin nebe. Rûsya jî dixwaze di herêmên başûrê Sûriyeyê de riya bazirganî ya di navbera Sûriyeyê û Urdinê veke û dê Sûriyeyê û Urdin jî ji vê yekê sûdwergirin.

Tirkiyê hewl dide hevpeymanê bi dawî bike

Tirkiyê hewl dide vê hevpeymana di navbera Rûsya û Amerîkayê de xira bike, ji ber vê yekê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê li herêmên başûrê Sûriyeyê êrîşî hêzên rêjîmê kir û ev êrîş bû destpêka şer li herêmê.

Êrîşa hêzên rêjîmê li ser herêma başûrê Sûriyeyê 19` ê Hezîranê dest pê kir û hîna didome. Niha jî tê gotin ku danûstandin di navbera Rûsya û grupên çekdar destpê bikin, çete xwe radest bikin û çeteyên radest nebin jî wan ji başûrê Sûriyeyê derbasî herêmên Bakurê Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê bikin.

Rêjîm piştî başûr wê berê xwe bide ku derê?

Piştî ku hêzên rêjîmê Nîsana 2017`an bi temamî ketin Şamê û gundewarên wê, berpirsên rêjîma Sûriyeyê got ku berê wan li başûrê Sûriyeyê (Deraa û Quneytera) û bakur (Idlibê) e. Piştî ku li ser valakirina Himis û Qelemon bi Tirkiyeyê re hevpeyman çêbû û çete derbasî Idlibê bûn, hêzên rêjîmê çek û cebilxaneya xwe derbasî aliyê başûrê Sûriyeyê kirin.

Piştî ku hêzên rêjîmê bikevin başûrê Sûriyeyê gelo dê berê xwe bidin Idlibê û Tirkiyeyê ji herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine derxin? Yan jî dê hinek guhertinên dîtir çêbin? Têkildarî rewşa Sûriyeyê ev pirs mijara rojeva siyasî ne.

(np/ew)

ANHA