ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03.07.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03.07.2018
3 tîrmeh, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

 - Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Şêniyên herêma Efrînê cenazeyên du şervanan ên ku di qonaxa duyemîna Pêngava Berxwedana Serdemê de ya şehîd bûne, li navçeya Ehrisê oxir dikin. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Akademiya Şehîd Zîlan a Jinan, dewreyeke perwerdeyê dide destpêkirin. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çekên li Tirkiyeyê têne çêkirin, bi serbestî li başûrê Kurdistanê têne firotin. Li gorî daneyan di nava 10 rojan de, 3 jê jin in, 17 kes bi wan çekan hatine kuştin. (BI WÊNE)

HEVPEYVÎN

-  Nivîskar û Siyasetmendarê Kurd Elî Kerîmî diyar kir ku Tirkiyê nikare bê piştgiriya PDK’ê axa Başûrê Kurdistanê dagir bike, ji xwe Hikumeta Iraqê jî dixwaze Tirkiyê Kurdan kontol bike û kurdan di Başûrê Kurdistanê de bişkîne û wiha got; “Divê hemû Kurd li dijî vê dagirkeriyê dakevin qadan”. (BI WÊNE(

JIN

- Jinên herêma Minbicê bi mebesta ku xwe di aliyê aboriya xweser de pêş bixînin bê navber dixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên navçeya Tirbespiyê bi hevkariya Navenda Aboriyê ya Jinan a navçeyê firneyek bi rêya kooperatîfeke jinan vekir. Armanca vê firneyê ew e ku kevneşopiya herêmê ya gundewariyê vejîne û nan ji gundên rojavayê navçeyê re peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Di encama ambargoya li ser kantona Şehba de û ji ber bilindbûna buhayên sotemeniyê û dijwarbûna peydakirina wê hilberîna kartolan (patat) li herêmê li gorî Komîteya Çandiniyê rêjeya wê bi qasî %75 daketiye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Saziya Avakirina Avahiyên Giştî ya herêma Tebqa ji bo aktîfkirina navenda "Ebû Kibêh" a çêkirina madeya qîrê bi lez di nava xebatan de ye. Tê payîn ku di van mehan de madeya qîrê ji riyên bajarên Tebqa û Reqayê re peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN(

DOSYA

Hevpeymana Amerîka û Rûsyayê li başûrê Sûriyeyê a girêdayî herêmên kêmpevçûn Tirkiyeyê diwestîne û gefan li planên wê yên di Sûriyeyê de ku di encama berjewendiyên hêzên herêmî û navneteweyî de hatiye parçekirin, dixwe. Ji ber vê yekê Tirkiye bi hemû hêz û derfetên xwe hewl da hevpeymanê têk bişkîne da ku karibe sûd ji nakokiyên di navbera Rûsya û Amerîkayê de wergire û tişta ku di salên destwerdana wê li Sûriyeyê de nikaribû pêk bîne, di demeke kurt de pêk bîne. (BI WÊNE)

ANHA