Li Dêrîkê pêşengeha hunera jinê hate vekirin

Tevgera Kevana Zêrîn a Bakurê Sûriyê li bajarê Dêrikê pêşengeha hunera jin vekir.

Li Dêrîkê pêşengeha hunera jinê hate vekirin
Li Dêrîkê pêşengeha hunera jinê hate vekirin
Li Dêrîkê pêşengeha hunera jinê hate vekirin
Li Dêrîkê pêşengeha hunera jinê hate vekirin
Li Dêrîkê pêşengeha hunera jinê hate vekirin
Li Dêrîkê pêşengeha hunera jinê hate vekirin
2 tîrmeh, 2018   19:27

QAMIŞLO

Tevgera Kevana Zêrîn a Bakurê Sûriyê bi dirûşmeya "Bi çanda resen û hunera jinê em ê jiyaneke azad û civakeke wekhev bi afirînin" li bajarê Dêrikê pêşengeke hunera destan a jinan, pirtûk, wênesaz û xwarinê vekir.

Pêşengeh bi amadebûna endamên komên Kevana Zêrîn, koma Şehîd Sarya ya govendê ya herêma Botanê, Koma Nûjîn a mûzîkê ya girêdayî navenda Decle ya Çand û Hunerê hate vekirin. Her wiha

Komên beşdar xebatên xwe yên destan, tabloyên wêneyan, xwarinên gelêrî û her govendên û stranên herêmî pêşkeş kirin.

Axaftinan destpêkê ya vekirina pêşengehê ji aliyê endama Kongreya Star Gulîstan Osman ve hate kirin. Gulîstan pêşengeh xebatkarên pêşengehê pîroz kir û rola jinê di şoreşa Rojava di hemû aliyên jiyanê yên siyasî, civakî, leşkerî û hunerî de destnîşan kir.

Gulîsatn da zanîn ku hejmarek jin endamên saziyên jinan ên Rojava û Bakurê Sûriyê amadekariya pêşengehê kirin.

Piştre komên beşdar berhemên xwe pêşkeş kirin.

Roja yekê ya pêşengehê bi pêşkêşkirina senevzîsyonekê bi navê "Jina Azad" bi dawî bû.

Pêşengeh ji bo sibe jî wê vekirî be.

(şx)

ANHA