QSD'ê di nava du rojan de bi dehan gund û mezre rizgar kirin

Şervanên Bagera Cizîrê di nava du rojan de bi dehan gund û mezre ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

QSD'ê di nava du rojan de bi dehan gund û mezre rizgar kirin
QSD'ê di nava du rojan de bi dehan gund û mezre rizgar kirin
QSD'ê di nava du rojan de bi dehan gund û mezre rizgar kirin
QSD'ê di nava du rojan de bi dehan gund û mezre rizgar kirin
2 tîrmeh, 2018   18:46

EHMED SEMÎR / DÊRAZOR

Şervanên QSD'ê pêveçûnên xwe yên li gundewarên Hesekê didomînin. Şervanan piştî rizgarkirina bajaroka Dişîşa yê stratîjîk, bi dehan gund û mereza li başûrê Dişîşayê rizgar kirin.

Di nava du rojên derbasbûyî de, şervanan bi dehan gund û mezre li başûrê Dişîşayê û li nêzî sînorê Iraqê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, her wiha bi dehan sivîl ku çeteyên wekî mertalên zindî bi kar di anîn hatin rizgarkirin.

Çeteyên DAIŞ'ê hê li firehiyeke bi qasî 100 km li nêzî sînorê Iraqê asê mane.

Şervanê QSD'ê Ela Mihemed El-Casim derbarê pêngavê de wiha dibêje, "Pêngava me berdewam e ta sînorê Sûriyê- Iraqê ji çeteyên DAIŞ'ê were paqijkirin. Di nava du rojan me bi dehan gund û mezre rizgar kirin. Çete ku li hemberî me dişkên mayînan  û bombeyan li şûna xwe bi cih dikin. Wekî şervanên QSD'ê cihê ku çete lê hebin em jî li wir in."

(bb)

ANHA