Guterres: Min bi xwe tiştên pir dijwar têkildarî Rohînyayê bihîstin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got ku wî ji koçberên Rohînya tiştên pir dijwar der barê kuştin û destdirêjiyê de bihîstine û tekez kir ku ew dixwazin edaletê pêk bînin û welatî vegerin malên xwe.

Guterres: Min bi xwe tiştên pir dijwar têkildarî Rohînyayê bihîstin
2 tîrmeh, 2018   12:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres û serokê Banka Navdewletî Jim Young Kim serdana herêma Koks Bazar a Bengladeşê kir, da ku ji wir piştgiriya xwe ya bi koçberên Rohînyayê yên ji ber tundiya li Miyanmarê pêk hatiye, nîşan bide.

Guterres û Kim bi serokwezîra Bengladeşê El-Şêxa Hesnîna re civiya. Guterres got ku Rohînya ne berpirsyariya Bengladeşê ye, lê NY ji wê berpirsiyar e.

Ji ber tundiya li dijî kêmneteweyên Rohînyayê ku piraniya wan misilman in, bi sed hezaran welatî ji malbalên xwe koçber bûn û sînorê Bengladeşê derbas kirin.